Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar Murat Karayilan kir dewleta Tirk a ku êrîş anî ser Qadên Parastinê yên Medyayê li bara berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û got, ”Dewleta Tirk li devera ku dixitime çeka kimyewî davêje.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ji Stêrk TV re, di bernameyeke taybet de axivî, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla nirxand.

Karyilan destpêkê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, ”Em ji bo ku sozên ku me dane hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin dijîn. Ev soz soza serfiaziyê ye. Em bi serfirazkirina vê dozê dikarin deynê şehîdên xwe bidin.”

Karayilan bal kişande ser şerê ku li qadên Avaşîn, Zap û Metîna didome, diyar kir dewleta Tirk li bara berxwedana gerîla nikare li ber xwe bide. Karayilan diyar kir dewleta Tirk a ku nikare berxwedanê bişkîne çeka kimyewî bi kar tîne û got 7 gerîlayên ku li Mamreş şehîd bûne bi çeka kimyewî şehîd bûn. Karayilan diyar kir dewleta Tirk bi propagandaya reş windahiyên xwe vedişêe û got, ”Gelê me divê zanibe, heta niha di êrîşan de 18 şehîdên me hene, ji 6 hevalan agahî nehatiye standin, agahiya ku şehîd bûne di destê me de nîne.”

Hevpeyvîna Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan wiha ye:

Meha Gulanê meha Şehîdan e, di vê mehê de gelek lehengên mezin hatine jiyîn, hûn ji bo vê çi dibêjin?

Destpêkê Cejna Remezanê li tevahî gelê me yê bawermend, gelê Kurdistanê, li tevahî alema Îslamê pîroz dikim. Hêvî dikim ku rojên cejnan bibin rojên serfiraziyê, bibin wesîleya yekîtî û xweşiyê; serketinê.

Gelê me di şert û mercên girîng de, Cejna Remezanê pêşwazî dike. 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye. Weke Cejna Kurdî ye. Ez Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê me, pîroz dikim. Hêvî dikim ku her kes, hê zêdetir xwedî li ziman derkevin. Di hemû beşên jiyanê de zimanê xwe zimanê Kurdî bikar bîne.

Di dîroka têkoşîna me de, meha Gulanê meheke girîng e. Şehîdê me yê yekem ê mezin hevrê Heqî Karer di vê mehê de şehîd ketiye. Car din gelek lehengên mezin şehadetên mezin pêk hatine. Ez tevahî şehîdên meha Gulanê di şexsê Hakî Karer de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîdên meha Gulanê de bibîr tînim. Me sozên dayî wan, em ê girêdayî wan bin. Bi hevrêtiyê em ketin rê, di meşa azadiyê de, hevrêyên me yên şehîd bûyîn, sozên me dayî wan em ê li erdê nehêlin, çeka wan tenê nahêlin, doza wan em ê bi ser bixin. Wisa em ê navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de binivîsinin. Em li ser soz û peymanên xwe ne. Îro encamên niha şoreşa me gihiştiyê, bi tememî, berhema şehîdan û keda Rêber Apo ye. Wan ev pêşveçûn bi xwîn û keda xwe avakiriye. Bi berxwedana xwe çêkirin. Em deyndarên wan in. Meha Gulanê rastî hem ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, hem jî ji bo têkoşîna şoreşa Tirkiye giştî, şehadetên pir girîng tê de çêbûne. Destpêkê 1’ê Gulanê de 1977’an li Taksîmê qetlîamek pêk hat. 34 pêşeng û karker şehîd ketin. Car din 1’ê Gulanê şehîdê şoreşa me Celal Xoca Remezan Kaplan , fermandarê Garzanê heye. Fermandarê Herêma Cûdî Hemze Emrînî şehîd bûn. 2’yê Gulanê tê zanîn Fermandarê me yê yekem Hevrê Mehemed Karasûngûr, Milîtanê hêja Îbrahîm Bîlgîn şehîd ketin. Dîsa 2’yê Gulanê Evdilqadir Çûbûqçû li Lubnanê 1981’an şehîd ket. 2’yê Gulanê roja şehîdbûna hevrê Azad Sîser Fermandarê Qada Navîn, Fermandarê Hêja Hevrê Çekdar Amed e. Bi kinahî wisa destpêk bi van şehîdan meha Gulanê destpê dike. Tê zanîn, 6’ê Gulanê roja darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsif Aslan û Huseyîn Îann e. 9’ê Gulan roja darvekirina şehîdbûna Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên pê re ne. 11’ê Gulanê roja şehîdbûna Fermandar û Hozan Rêheval Mizgîn (Gurbet Aydin). Hevrêyeke hem di warê hûner û leşkerî de xwedî gelek ked û berhem e. Car din di 13’ê Gulanê de li Cûdî Fermandarê hêja hevrê Hemze Gundikremo tevî komek hevrê bi karanîna çekên kîmyewî hatin şehîd kirin. Di sala 1999’an de. Ev hate piştrastkirin ku çeka kîmyewî li hember wan hevalan hate bikaranîn. Jixwe 18’ê Gulanê me got roja şehîdbûna hevrê Hakî Karer e, heman rojê Ferhat Kurtay û 3 hevrêyên pê re, di mercên giran ên zîndanê de agir berdan canê xwe û wisa gihiştin şehîdbûneke pir lehengî. Ew helwestek bû. Ev derketinek pir hêja bû. Heman rojê roja şehîdbûna pêşengê Şoreşga Tirkiye Îbrahîm Kaypakkaya ye. Ew jî di zindana Amedê de, bi berxwedanê şehîd ket. Serî da lê sir neda. Roja 19’ê Gulanê roja şehîdbûna hevrê Xelîl Çavgûn û şehîdbûna hevrê Mûslim Baran e. Cardin 20’ê Gulanê roja şehîdbûna hevrê Sebrî Gozûbuyuk, Mamet Yeşîler û komek hevrên. Ev heval di deşta Bozayê de bi lehengî li dijî dijmin serî netewandin û bi destanî şehîd ketin. Roja 25’ê Gulanê roja şehîdbûna hevrê Bedran, Mehmed Sevgat, cardin roja şehîdbûna hevrê Cimşîd (Ehmed Kesîpe) ev hemû fermandarên ku di têkoşîna xwe de mohra xwe hene û rol lîstine. Roja 27’ê Gulanê roja şehîdbûna fedayiyan e. Fedayî Êrîş û Andok in. Li Kayserî çalakî kirin. Pêvajoyek nû 2012’an de kirni. Heman rojê 27’ê Gulanê roja şehîdbûna Fermandarê hêja fîlozofê çiyan Hevrê Kasim Engîn e. Hevrê Kasim Engîn xwedî berhemek mezin hem di warê îdeolojî, teorîk û hem jî di warê pratîk de. 31’ê Gulanê roja şehadeta Nûrhaq e. Wisa Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurdistan di meha Gulanê de gelek şehîdbûnên pir mezin û girîng dane. Em van hemû hevrêyan bi bîr tînin û serê xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Soza me dayî wan, em dubare dikin.

Niha di vê çarçoveyê de şehîdbûnên di asta rêveberiyê de di nava HPG’ê de, dixwazin bi bîr bînim. Di çapameniyê de gelek tê weşandin û gel me bi gelek rêbazan xwedî lê derdikevin. Li hevrê Sînan Dersim. Hevrêyeke di xebatên HPG’ê de dibe demeke kin 3-4 salan cih girt, lê xwedî berhemek pir hêja û girîng e. Xebatekî îdeolojî û rêxistinî pir girîng meşand. Heman demê di xebatên HBDH’ê de yên tifaqa bi çepên Tirkiyeyê re jî roleke girîng lîst û kedek mezin da. Hevrêyeke me yê ku wisa di temsîla xetê û ruhê hevrêtiyê de, bi rastî bijare ye. Hevrêyeke ku tim mirov lê bigere ye. Wisa di warê biryardarbûnê de, di warê tevlîbûna tevgera Apogerî de, keseke bê dudilî, mirov dizane ku milîtaneke vê partiyê û weke milkê vî gelî ye. Hevrêyeke wisa xwe ji bo doza azadiyê di her babetî de feda kiribû. Qet nêzîkbûnên xwe yên wisa karîyer, yan jî erk bigire nebû. Tenê nêzîkbûna xwe ked bide hebû. Wisa hem di her astekê de erk girtibû, lê esas kedkarekî mezin bû. Em hevrê Sînan li ser vî esasî bibîr tînin. Hevrêyê din Fermandarê Eyaleta Mêrdînê Hevrê Hewram me berê li ser çapemeniyê daxuyanî dabû. Bi rastî hevrêyeke me yê, ji Rojahilatê Kurdistanê ji herêma Javaro ji xelkê me yên Hewreman bû. Ji roja tevlî tevgera me bû heta roja şehîdbûna xwe, weke cengawereke fedayî tevger kir. Çû kur şopa xwe hişt. Li Botanê di gelek astan de kar kir, wisa di piratîka Botanê de pijiya. Bûbû Botanî. Hevrêyeke di warê netewbûnê de, welatparêzî nimûne bû. Mirov nizane ji kûderê ye. Te dizanî ku Kurd e, Kurdistanî dibe ji Botanê be. Hinek Hewreman û Botan di warê çand de jî nêzî hev in, an jî pir zêde bandora dagirkerî li ser çanda van herêman nebe, dibe ji wê bê; lê hevrê Hewram rastî têkoşîna Botan xwedî ket û berhemeke bû. Giran birîndar bû. Gelek operasyonên şoreşgerî yên mezin bi rê ve bir. Di meha Mijdarê de berxwedana Cizîrê. Mudaxeleya li ser Silopiyayê. Li Elkê di gelek pratîkan de mohra xwe danî. Li ser wî esasî weke Fermandarê Eyaletê hate erkdarkirin. Di nava 2 salên li Mêrdînê mayî jî, hem keda dayî, sîstem pêş xist û parastina hevrêyan û şer û çalakî kir, li gorî demê roleke girîng lîst. Wisa di Rojhilatê Kurdistanê de li ser xeta Simko û Dilgeşan milîtaneke şopdarê wê bû û li pêş bû. Di pêşerojeke hîn mezintir raber dikir. Bi vî hewayî bi rastî di têkoşîna me de xwedî cih bû, xwedî berhem bû. Ez van hevrêyan bibîr tînim. Di şexsê Hevrê Hewram û hemû hevrêyên pêre şehîd bûne, bibîr tînim.

Niha di tevgera me de şehîdbûn; roleke xwe ya girîng heye. Rêber Apo destpêkê ruhê hevrêtî di nava hevrêyan de wisa pir kûr dimeşîne. Hîn di koma destpêkê de hem kom mezin dibe, di nava hevrêyan de, girêdanên kûr dibe, ew qas kûr dibe ku têkiliyên hevrêtî bi ser xwînê û malbat, bira-xwîk, dayik-bav bi ser wan dikeve. Ev qas yekbûneke ruhî tê çêkirin. Dema şehadet pêk hatin, pir bandor dibe. Ji ber girêdanên xurt hene, girêdanên hevrêtiyê hene. Rêber Apo li ser esasê bîranîna hevrê Hakî Karer biryara partîbûnê ya PKK’ê mîsoger kir. Heta wê çaxê biryar di nava nîqaşê de bû, lê bi wê re mîsoger kir. Wisa qonaxek nû destpê kir, hem li hember kontrayên ku hevrê qetil kirî, pêngavek şoreşgerî ya destpêk di tevgera me pêngaveke şoreşgerî ya tolhiladanê bû. Ji bo parastina partî û tevgerê dest avêtin çek. Li aliyê din li ser bîranîna hevrê partî hate avakirin. Wisa lê hate her şehîdbûnek bû bingehê derketinek nû. Wisa girêdanbûna hevrêtiyê di şehîdbûnê de hîn zêdetir kûrbûn û girêdanbûn çêkir. Her hevrêyek şehîd bû, hê zêdetir bandorî kir, tevlîbûn çêkir. Hevrêyên heyî ji bo şopdariya şehîdan xwe tevlî kar kir. Wisa ew diyalektîka hatî çêkirin Rêber Apo di nava hevrêyan de pêş xistî, şehîd nebû, cihê lewazbûn, tirs û xofê; bû kaniya hêzbûn, cesaret û fedayîbûnê. Niha dijmin hejmar dide. Heta Erdogan bixwe û wezîrên wî her roj hejmara şehîdbûna hevrêyan dide; dibêjin, ‘me ewqas kes kuşt, em diqedînin.’ Halbûkî PKK wiha naqede. Ev ji bo wan xeyal in. PKK şehîdbûnê tim hêz girtiye û mezin bûye. Weke topa berfê her diçe mezin dibe. Şehîdbûn ji bo partiyê kaniya hêzê ye. Ji bo wê Serok gotiye ev partî partiya şehîdan e. Şehîdbûn ji bo me, cihekî pir girîng û taybet e. Em ji bo sozên me dayî wan hevrêyan ji bo bicihî binin dijîn. Sozên serketinê ye. Ne soza doza wan bişopînin tenê ye. Me soza serketinê daye. Em ê bi ser bikevin. Ji bo wî ruhî divê em tev bigerin. Yanî Şehîd ji bo me heman demê fermana serketinê ye. Divê em rê û rêbazên serketinê bibînin û em teqez doza wan biserbixin. Me got, deyndar in. Deynê wan ev e, em vê dozê bigihînin serketinê. Her şehîdek ji bo me banga serketinê ye. Ez ji bo şehîdên Meha Gulanê û şehîdên Şoreşê dikarim vê bêjim. Em roja îro di şopdariya wan de dimeşin. Em girêdayî soza wan in û gelê me jî heman rengî. Taybet ji bo xelkê Botanê dikarim bêjim, ji heman malbatê dema şehîdek çêdibe, çeka wî/ê li erdê nayê hiştin. Ruhek wiha pêşketiye. Ji bo wê şehîd kaniya hêz, pêşeroj û pajeroja me ye.

23’yê Nîsanê dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîşek berfireh da destpêkirin. Taybet xeta Zagrost û Metîna lê hîn di rojên destpêkê de derbên giran ji gerîla xwrin, gerîl çek rakir, çûn ser cenazeyên leşkeran, bi rastî şaşomaşo bûn. Lê hîn jî operasyon dewam e. Bi giştî rewşa xeta li Zagros û Metîna, şerê li qadê û berxwedana gerîlayên Kurdisatanê di çi astê de ye?

Niha di giştî konsepteke dagirkeriyê ya Tirkiye heye. Ev konsepte 5 sal in didome. Li ser wî esasî li hember tevgera me êrîş hene. Di çarçoveya planan çok danînê, lê bi taybet jî di sala 2016’an de, sîstema xwe weke tam rêxistin û amade kir, weke qonaxek nû destpê kir. Wisa ev şer berfireh bû heta roja îro hatiye. Niha êdî sala em têde, sala 2021’ê lûtkeya wê ye. Dagirkeriya Tirk her çiqas li ser esasê dijayetiya Kurd di nava xwe li hev kir û hemû hêza xiste meryetê, heta niha serneketiye. Rast e, me jî derbe xwar, hevalên me şehîd ketin, lê me çeperên xwe parast. Yan niha di vê salê de jî, li hember tevgera me cardin, konseptekî ya êrîşê ya berfireh heye. Çima? Ji ber ku ev rejîm li hember me bi ser nekeve, wê têk biçe. Li hember me şer her tim li dar nexe, gur neke, wê dîsa îtifaq belav bibe. Ji ber ku îtifaq newek hevin, hatine ba hev li ser esasê dijî Kurdan. Konsepteke ku bi hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rakirin. Siyaseta qirkirinê bimeşîne heye. Li ser hîmê vê konseptê ev êrîş destpê kir. Ne êrîş li Avaşîn, Zap û Metîna ye. Di bin navê Eren de îro li tevahî Bakurê Kurdistan operasyon, şer heye. Berxwedan heye. Li wir jî tekoşînek heye. Cardin bi esasî êrîş li ser Îmralî ye. Li ser Îmralî tevî evqas, bang hene, evqas berxwedan heye, hevrêyên ku li zindanan, li Kampa Mexmûr, li Kampa Penaberan a Lavrîo berxwe didin, wan tevan silav dikim. Berxwedan wan bi wate ye. Çima ku esas êrîşa dijmin li Îmralî kûr dibe. Car din li ser jina Kurd û ciwanan êrîş hene. Li ser me îro terora dewletê heye. Dewleta Tirk dewleteke terorê ye. Hê di sala 1925’ê de li ser plana Şerq Islahet çêbûye, ev çiye? Ya qirkirina Kurd û pêkanîna terora dewletê ye. Ev dewlet heta roja li Kurdisanê ne nîzam û ne hiqûq pêk naiye. Tim terorê dike, lê ew ji bo me dibêjin teror. Di bin navê li dijî terorê re. Lê di cewher de ew terorê li ser gelê me dike ye.

Ev operasyon di vê çarçoveyê de destpê kir. Armanca xwe bi esasê PKK’ê asteng dibîne, PKK ji holê rake, piştre jî hemû destkeftên gelê Kurd ji holê rakin. Wisa hinek sînoran datînin, dewleta Tirk sînoran nas nake, ji bo wan Kurd hemû Kurd e. Destkeftên hemû parçeyan di vê konseptê de hedef e. Di vê çarçoveyê de ev êrîş destpê kiriye. Bê guman bi erêkirin û piştewaniya hêzên hegonomîk ên navnetewî û herêmî tê kirin. Siyaseta qirkirin esas aranca esasî ye. Niha, bi çi vê dike, temamî pişt daye teknîkê û bi teknîkê şer dike. Ev êrîşên niha êrîşên berfireh e, weke mirov li hemberî dewletekê çawa ku em bêjin hemû çekan bikar tîne, her cûre top, her cûre çekên esmanî, ji helîkopter bigire heta balafirên şer û balafirên keşfê, her cûre teknolojiyê çawa bikartîne. Dewleta Tirk niha li Metîna, Zap û Avaşîn wisa şer dike. Yanî şerekî wisa berfireh e. Bi dehan balafirên keşfê li esmanan. Bomberdûmanên bejahî top her tim heye. Yên esmanî dem dem dibe. Cesaret xwe nîne ku wisa derkeve hember gerîla. Duh daxuyaniyek dane, dibêjin; cesareta gerîla nîne, lewra balafirên hewayî dişîne ser leşkerên me. Tam heqîqetê berovajî dike. Ew cesaret nakin derdevin pêşberî gerîla. Dema komek heval dibînin direvin, kordîne didin balafirên şer û wisa tên. Dema dibînin kes nema wisa tên ser. Yanî şerekî wisa temamî piştî daye teknîk, her derê tarûmar dike, lê dixe; her cûre leşker û çete anîne. Çeteyên Sûriye, bermayên El Qaîdê, DAÎŞ û El Nûsre anîne. Êdî bi wan dixwaze valahiyê dagirin. Niha ew çete anîne vî şerî. Hemû hêza xwe seferber kiriye. Rejîma AKP-MHP’ê wisa dizane ku vê salê serket wê ser bikeve, ser nekeve jî wê têk biçe. Ji bo wê ev berxwedan ne tenê berxwedana PKK’ê, berxwedana gelê Kurd e, tenê heta neyê gelê Kurd e, berxwedana demokrasiya Tirkiye, berxwedana demokrasiya herêmê ye. Ji ber ku eger dewleta Tirkiye vê konsepta xwe serxîne wê li ser gelê Ereb jî gef û tehdîd hebe. Dixwaze destdirêjî li ser Iraq, Sûriye û her derê bike. Yanî planê dijmin wisa ye. Ji bo wê berxwedana pêşdikeve berxwedaneke pîroz e. Di sedemeke stratejîk de pêş dikeve. Hemû hevrêyên me li ser vê bîr û baweriyê îro bi ser dijmin de diçin.

Ev 19 roj temam bû dikeve roja 20 şer heye. Dijmin roja ewil li kûderê di bomberdûmana balafiran de leşkerên xwe daniye erdê, li wan deran hinek cih 2-3 kêlometir pêş hatine, hinek cih jî nikare pêş ve bê. Hê jî li nuqteya sifre. Niha şerek wisa heye. Dibe hevrêyên sivîl ên bi merq hebin dişopînin, roja ewil bomberdûman ku bû, Zendûra bû. Roja ewil kîjan cih bû Mamreşo, Mervanos bû Kela Bêdewê bû. Eynî cih bomberdûman dike. Duh Girê Zendûrê bomberdûman kir. Pişta Kersê bi balafiran lê dixe. Çima? ji ber ku hê nekariye pêş ve bê. Tevî ewqas teknîk bikartîne, ewqas çete, rêbaz bikar tîne, li hember gerîla nikare pêş ve bê. Li cihê ku dixetime, weke Mamreşo rû dayî, çekên kîmyewî bikar tîne.

Niha ev mijar mijareke gelek girîng e ku dewleta Tirk divê ji ber vê bê darezandin. Bi rastî jî agahî hene ku li hemberî gerîlayên Azadî ya Kurdistanê çekên kîmyewî tê bikaranîn. Di vî warî de bang jî pêwîst, divê lêkolîn bê kirin. Ji ber ku şerekî dij exlaqî tê kirin. Şerekî derveyî hiqûqê tê kirin. Bi kinahî sûckî şer tê kirin. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk gelek çekan bikar tîne. Hûn dikarin zêdetir qala çekên kîmyewî bikin?

Niha li Kurdisatanê, Sedam Husên jî demê xwe de çekên kîmyewî bikar anî, lê kesê tiştek ji bo wan negotiye. Niha jî dewleta Tirkiye jî, min gotibû 99’an li Cûdî li Dersimê bikar anî. Ji salên 90’î û vir ve dem bi dem li hemberî me çekên kîmyewî bikar tîne. Niha jî di demê tengav dibe, bikar tîne. Li Siyanê ya Garê bikar anî, niha li Mamreşo bikar anî, dem bi dem bikar tîne. Wek Helebçe bavêje herêm di bin bandorê de bihêle na, bi kontrol bikar tîne, dolek dide ber xwe, tunelek dide ber xwe kîmyesal bi kar tîne. Li wir çend rojan xwe jê dûr dixin, wisa bi kontrol bikar tîne. Ji bo bikare bandora wê kêm bike û ji holê rake. Dewleta Tirkiye bi esasî, li Kurdistanê terora dewletê dimeşîn û her kiryarê dike, li dijî binpêkirinên mafê mirovan û li dij hiqûqa gerdûnî ye. Ev vedişêrin. Pir bi hostayî diveşêrin. Ma hê li Dersimê kîmyewî bikar anî. Îhsan Sebrî Çaglayangîl bi xwe got, ‘di şikeftê de me gaz avêtin, mîna mişkan hemû têde mirin.’ Wê demê ew berpirsyarek bû, li xwe mikûr hat. Ev hate tomarkirin. Niha heman tiştî dikin. Mixabin raya giştî xwe bêdeng dike. Niha jî li hember van êrîşên dagirkeriya Tirkiye bêdengî heye. Hem bêdengiyên aliyan heye, nimûne Hikûmeta Herêmê, Iraq û hêzên din û derdor bêdeng in. Mirov şaş dibe li ber vê bêdengiyê. Evqas destdirêjî li ser vê axê heye, van çekên rewa bikar tîne, kes deng nake. Ma li Helebçe jî kê deng kirin. Piştre ji bo Sedam hilweşînin gotin. Niha dikin. Ev jî bêşansiya gelê Kurd e. Niha jî heman tişt bi me dibe. Ev şereke nemerdane li hember gerîla dikin. Şerekî tirsonekî dikin. Şerekî nemerd dikin. Bi temamî bi teknîk û xazê dikin. Şer wiha dikin. Lê dîrok dinivîse. Nayê jibîrkirin. Nimûne; li Mamreşo, hevrêyên me 10 rojan li dijî dijmin şer kir, 10 rojan dijmin sekinand. Mamreş eniyeke dijmine. Eniya Şemzînan Robarok dan ber xwe, ev eniya Mamreşo ye, aliyê Mervanos di Geverê de, eniya din ji Çelê de yê aliyê Zapê. Ev eniya ku ji aliyê Şemzînan de hatî li 10 rojan yek gav nekarîn bavêjin, çima? Ji ber ku di bin fermandariya hevrê Serhed Giravî de berxwedaneke dîrokî, destaneke lehengî hate avakirin. Ew jî bû şehîdê Gulanê. Ev 7 hevrêyane jî li vir, bi rastî destaneke nû nivîsandin. Dijmin li wir bê çare kirin, dijimin li dijî wê çeka kîmyewî bikar anî. Li ser bedena wan şopên gule tine. Niha cenazeyên wan dijmin birin. Yên bixwazin dikarin biçin cenazeyên wan bişopînin û lêkolînin bikin. Bang dikim li van hevrêyan xwedî derkevin. Me ev heval îlan kirine. Lê ji bo bê nasîn dîsa ez navê wan bêjim; Serhat Giravî (Kamûran Alpsan), Rûken Zagros (Seher Bîngol), Sarya Diyar (Bîşeng Hezer), Canfeda Hesekî (Şehbaz Îzettîn), Xebat Aso (Ubed Mevlûdî) Zafer Tolhildan (Muhemed Ebdulqadir) û Kamûran Amed (Mustefa Şimşek). Bi rastî li Girê Mamreşo dîrokek xwe heye. Welatparêzê mezin Mamreşo navê wî li vî çiyayî hatiye kirin. Bû cihekî berxwedanê. Di bin fermandariya hevrê Serhat de berxwedaneke dîrokî hate kirin. Dijmin bi çekên kîmya karî enceq vê derê bigirta.

Berxwedaneke niha pir mezin heye. Gel pir ji vê bandor dibin. Keç û xortên Kurdistanê û gelên cîran, ji ber ku hevrêyên din jî hene, bi rastî ruhê fedayî bi wan re çêbû û pêşketî, li vir em nikarin qala wê bikin, bînin ziman. Nimûne, fermandarî ji bo wan dibêje ku, tengav bû hûn jê vekişin. Ew heval dibêjin em venakişin û venagerin. Em ê bi dijmin re şer bikin, bernadin. Dizanin ku bernedin wê bimînin di doprêçê de. Niha di bin dorpêçê de li ber xwe didin. Niha ew bi lehengî dijîn. Hemû hevrêyên ciwan in, ji erd heya esman mirov rêz nîşan bide, dîsa têrê nake. Fedekarî û cesaretek mezin e. Tenê fedayî têrê nake. Bi rastî di hedefê de kilîd bûn, dibe di dîroka mirovahiyê de nimûneyên wiha pir kêm in. Niha tiştên li çiyayê Zagrosê tê nîşandan, di dîrokê de nimûnê wê tine. Berî her tişt vê bêjim; li hember eqas balafirên şer, balafirên keşf û bi çek, ewqas topbaran çawa disekine? Çawa gerîla ew li wir sekinandine? Wisa li Avaşîn yek li aliyê Mamreşo dixwaze were Aris Faris û xwe berde ser Avaşîn û wisa Mervanos dixwaze were, heta Tabûra Ereban û xwe berde ser Avaşîn, ji bo ew hevrêyên li pişt li xeta Satê û xeta Stûnê wisa Girê Kartal wan bikin dorpêçê. Ji bo wê dijmin plan dike, lê ev 19 roj in dijmin nikare vê bike. Bi kinahî dîrok tê nivîsîn. Piştî vê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistan li hember teknolojiya serdemê, dîroka şer pênaseya şer divê ji nû ve bê destgirtin. Bi rastî gelek aliyê wê wê ji nû ve bê destgirtin. Ji ber ku li vir rêbazên nû tên bikaranîn, dîsa li hember artêşeke ku dibêje ez biçim kû ezê bigirim. Artêşa Tirk serxweşbû got ezê wisa bigirim. Li Lîbya, Azarbeycan, Efrîn, Serêkaniyê got ezê bigirim. Çawa li Garê xetimî li wir jî sekinî. Li Zendûra jî li Avaşîn, Zapê jî xuya ye. Em nikarin berxwedan û têkoşîna van hevalan bînin ziman. Pir tiştekî mezin e, em nikarin bînin ziman. Tiştekî pir hêja ye. Li ser vî rûhî û esasî dijmin wisa nikare bi pêş ve bê. Li xeta Metîna û Zap yanî li Kela Bêdewa li Çîloyê Biçûk de asê maye. Di Avaşîn de li Girê Mervanos asê maye. Berxwedan dewam e. Bi gelek cûreyî çalakî tên kirin. Ev li ser çi esasî çêdibe. Li ser esasê, îdeolojiya Rêber Apo ya ku Rêber Apo dibêje, ‘Teknîka herî mezin mirov e’, ya duyemîn gerîla nûjen e. Niha ne hewceye em fireh û dirêj bînin ziman, lê gerîlayê nûjen êdî tê bikaranîn û li qadê ne. Heta dibe bi kêmanî jî tê bikaranîn. Yanî gerîlayê nûjen ev e. Teknîka serdemê em ê têk bibin. Li hemberî teknîka serdemê ya madî em vîna mirov, aqilê mirov, cesareta mirov û jêhatîbûna mirov bikar bînin. Eger ne ev ba, ne gerîlayê nûjen ba, cesaret, fedekarî û fedayîbûn, aqil, afrênerî tektîk-rêbazên kûr, eger ku en ev ba wê kes nekarîba li wir du saetan bisekine. Li vir nûbûn heye. Li vir xetek îdeolojîk û kedek heye. Gerîla li dijî dijminê hov û kujer dikare li çiyayê Kurdistanê li ber xwe bide. Em bi îdîa ne, ev gerîla bi vê rêbazê wê bi ser bikeve. Wê bikare dijmin, têk bibe. Dibe dijmin bi propaganda yan bi teknîk serketina xwe bide nîşandan, lê rastî û heqîqet nayê veşartin. Îro li çiyayê Kurdistanê, têkoşîneke girîng heye. Li ser vî esasî ev şer tê meşandin. Bîlanço wê hevrê biweşînin. Em di şer de tiştekî naveşêrin. Em li pêş çavê cîhanê li hember artêşeke wiha hov û teknîka serdemê bikar tînin şer dikin. Em çi berdêl didin divê cîhan û gel bizane. Kes bila nebêje heval şehîd dibin û nadin. Berdêl hene, tu nikarin ser bikevin. Ji bo hejmarên em didin mîsoger in. Divê gelê me vê yekê wisa bizanin. Kuştiyê dijmin dibe zêdetir û kêmtir be. Lê ye me ne wisa ne. Li her sê eniyan heta niha 18 şehîdên me hene. Bi komek 6 hevalan re ti peywendiyên me nîne. Dibe şehîd û ne şehîd bin, em nizanin. Wan jî ez dibêjim, lê hîn ne diyar e, ihtimal e. Li gorî tesbîtên hevrêyan heta niha kuştiyên dijmin 187 leşker mirine, derdorî 20 leşker jî birîndar in. Ev şer niha wisa dimeşe. Dijmin dixwaze Avaşîn dorpêç bike, hemû hevrêyên piştê îmha bike. Dixwaze bi bikaranîna teknîkê me bi her şêwazî ji holê rake, tenê li wir jî nemîne, qedemeya yekem de dixwaze herêmek tampon ava bike. Di qonaxa yekem de dixwaze herêmek tampon ava bike dixwaze ji Efrîn heta Sîdekan nedaye ber xwe, hem Rojava û hem jî Rojavayê Kurdistan herêmek tampon ava bike. Pîlanên xwe yên wiha hene. Piştre jî wê pêngava duyem bixe meryetê. Esas dagirkeriyeke giştî heye. Emê li hember vê planê li ber xwe bidin. Şer bikin. Me soz daye gelê xwe em hêza parastina destkeftiyên gelê xwe ne. Em ê destkeftiyên gelê xwe, gelê Kurdistanê û destkeftiyê hêzên demokrasiyê yên herêmê yên Tirk, Ereb biparêzin. Ji ber ku ev dijmin van destkeftiyan xistiye gefan. Li hember vî dijminî em ê berxwebidin. Em dixwazin xelk û cîran vê rastiyê bibînin, ji bo wê divê li hemberî vê bêdeng nemînin. Her kesek erkê xwe pêk bîne.

Bi taybet bûyerên hatine jiyîn girîng û dîrokî ne. We niha we qala lehengiya gerîla kir, ev şer bi perspektîfa şerê gelê Şoreşgerî hate kirin, banga we ji bo çiye û kê ye.?

Perspektîfa me ya şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev şer bi tevlîbûna gel û gerîla hêzên parastina cewherî dikare serketinê bîne. Ev berxwedaniya gerîla li Dersimê, Mêrdîn, Amed, Botan û li Zagrosan, li Herêmên Parastina Medyayê tên kirin, heman demê ji bo gel bang e. Di serî de gelê Bakurê Kurdistan û tevahî gelê Kurdistanê ev bangeke. Ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiye ev bangeke. Ji ber ku ev rejîma faşîst a qirker ji bo her kesê gefeke. Dixwazî li herêmê tarîtiyê çêbike. Şerê me şerê hebûn û şerê azadiyê ye. Şerê demokrasiyê ye. Em dixwazin ronahî çêbikin. Em naxwazin Tirkiye parçe bikin, em dixwazin bikin Tirkiyeke demokratîk. Em dixwazin li herêmê bayê azadî û demokrasiyê li ba bixin. Ala wê bilind bikin. Berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistan rol û mîsyonek xwe wisa heye. Em berî her tiştî dixwazin destkefiyên gelê xwe biparzêin. Dijmin dixwazin statûya başûr û rojava û hemû Kurdistanê destkeftiyan ji holê rakin. Em li hember vê asteng in. Em ê li ber xwe bidin.

Niha divê gelê me jî tevlî bibe. Heval bang dikin, tevlî hemû bangan dibin. Dubare tiştek nabêjim. Niha gelê me li derveyî welat û taybet li welat bi kêmayî be jî, piştgirî dide berxwedana gerîla û piştgirî dikin. Ez jî li ser navê hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê wan çalakvanan bi rêzdarî silav dikim. Gerîla wê girêdayî nirx û sozên xwe bin. Gerîlayên ciwan em derbas kirine, niha şer dikin; li pêş me ne. Ev tiştekî pir girîng e, ne ji rêzê ye. Bi rastî girîng e. Encamek mezin e. Di aliyê ruh de, taktîk û rêbaz de ji bo gelê me û ji bo tevahî cîhanê ev tiştekî nû ye. Pir pîroz e. Pir hêza ye. Ev tiştên niha îro li Avaşîn tê kirin, ev ne tişteke ji rêz û biçûk e. Li wir agir dibare, lê yên di nava agir de, fermandar dibêje wer in; ew dibêjin nayên, şer dike, bi rê û rêbaz li ber xwe dide. Dijmin nikare wan derbas bike. Ev tiştek nû ye. Divê gelê me vê fam bike û nas bike. Roj roja xîret, rûmetê ye. Eger em di van rojên stratejîk de rola xwe nelîzin ma em ê kengê bilîzin. Niha hemû heval ji bo wê şer dikin, destê xwe dane bin de. Îro hemû gerîlayê Azadiyê li Kurdistanê bûne hêzên taybet û fedayî. Divê gelê me jî li gorî vê fedekarî bike. Di aliyê xwe de çalakiyê civakî pêk bîne. Ev pêwîst.

Esas banga min ji bo ciwanan e. Divê ciwan tevlî gerîla bibin. Niha Silêman Soysûz derketiye dibêje îsal wisa tevlî bû, sala borî wisa bû. Divê bersivek bê dayîn, bersiv jî tevlîbûna e.Banga me jî banga tevlîbûnê ye. Rêhevalên Pêşmergeyên Dêrîn bang kiribû, her kes tevlî gerîla bibin. Silavên min ji bo wan heye. Banga min jî em hêzên parastinê xurt bikin. Gerîla hêzên parastinê ye. Bi taybet li Bakurê Kurdistan em pê dihesin dixwazin tevlî bibin, dibêjin em biçin kur. Weke berê sînor ne vekirîne. Ev hevalên ciwan ku dixwazin tevlî bibin, divê li gerîlayên eyaletan bigerin. Ez bawerin bigerin bigerin wê bibinin. Li Amedê, Serhedê Botanê gelek cihan wê bibînin. Divê bi rê û rêbaz tev bigerin, xwe bigihînin van hevalan. Berê eyaletan nedigirtin, pisporî lazim e, perwerde lazim e, divê niha bigirin. Eger ku zêde bin dikarin bi rêya xwe bigirin. Weke berê bi rengê sivîl pir zehmet bûye. Ji bo xwe bigihînin qadên navendî. Divê gerîlayên eyaletan divê van bigirin û bikare biparêzin, fêr bike ku bikarin bikin hêzekî ya berxwedanê. Bi taybet ên bakur dikarin wisa rêbaz esas bigirin.

Banga min ji bo ciwanên Tirk, Ereb û Faris û hemû gelên herêmê ye, ev dem dema bilindkirina ala demokrasî û azadiyê ye. Divê her kes li hember faşîzmê berxwe bide, li hember qirkirina li ser Kurdistanê bêdeng nemîne. Her kes erkê xwe di vê mijarê de pêk bîne. Tiştên ku niha ez taybet bêjim ev e. Wiha dikar şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve. Em bibiryar û bi îdîa ne. Em dibêjin, weke netewa Kurd bi hev re li ber xwe bidin. Em ji vê jî bawer dikin. Bi taybet amadekariyên me kirî, gerîlatiya nû ya nûjen, gerîlayê modernîteya demokrtîk û serdemê bi şêwazekî rast bixin meryetê, di warê gerîla de mê bikarin bersivên pêwîst bidin dijmin. Lê tenê bi gerîla nabe, divê gel jî li erkê xwe xwedî derkevin. Ez bawer im gel û gerîla di vê derheqê de, her kes li erka xwe xwedî derkeve; îro welatparêzî bê guman berdêl dixwaze. Welatparêzî fedekarî dixwaze, ne tiştekî hesane. Berî her tiştî divê mirov li hember rêbazên ên xistinê, sîxûrkirin û madeyên hişber, fuhûşê tedbîr bigire. Divê civak li taxan li hember van tedbîr bigire. Dijmin dixwaze bi rê û rêbazan dixwaze bixîne. Hinekan dixwaze şer tesfiye bike, hinek jî bi van rê û rêbazan dixwaze bixe. Divê her tax û gund, her kes xwe ji xebatên mît û sîxûriyê biparêze. Divê her kes şeref, rûmeta xwe biparêze. Wisa welatparêziya xwe pêş bixe. Wisa divê serdemê de li hember dagirkeriya Tirkiye vîna civakî raber bikin. Dema me ev raber kir, em ê bi ser bikevin. Di vê xisûsê de me bi hêvî ne. Berxwedan gerîla ya li qadê dimeşîne heviya me geş û mezin dike. Em bawerin ku siberoj wê ya gelê me be, serketin wê ya gelê me û gelê herêmê be. Wisa Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di vê demê dîrokî de wê encamên mezin bigire.