Meclisa Gelan a demokratîk civîna xwe ya asayî bo cara 95’an li bajarê Reqa li darxist.

Di civînê de, istifaya hevserok Bêrîvan Xalid ku 8 sal wekî hevserok kar kir bû rojev, aliyê piraniya endamên meclisê ve hat erêkirin.

Li şûna Bêrîvan Xalid, Evîn Swêd bû hevseroka nû ya meclisa Rêveber a xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê Sûrî.

Erka nû ya Evîn Swêd ji aliyê piraniya endaman ve hat qebûl kirin.

Hate zanîn di civînê de wê di heman demê de, endamên dadgeha parastina peymana civakî jî werin hilbijartin.

Di civînê de wê ji bo endamên nû yên meclisa demokratîk û desteya malbatên şehîdan dengdan çêbin.

Evîn Swêd a bû hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser sala 1981’ê li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji dayik bû.

Beşa Rêvebirina kar a fakulteya Aborî ya Zanîngeha Helebê qedand.

Di navbera salên 2007 û 2014’an de mamostetiya bîrkarî kir. Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest ji mamostetiyê berda û beşdarî çalakiyên şoreşê bû.

Ji sala 2014’an heta 2016’an di Ronahî Tv de wekî rêveber kar meşand. Ji sala 2016’an heta 2021’an jî wekî berdevka Kongra Star kar kir.

Sala 2021’an tevlî xebatên dîplomasiyê bû, wekî Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî xebat kir. Wekî nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin.

Heta ku wekî Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin jî, li ser vê erka xwe bû.