Karayilan diyar kir ku Newroz û berxwedana Garê îspat kiriye ku ‘Plana çokdanînê’ têk çûye û got, “Tu planên wan ên qirkirinê wê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi ser nekeve. Divê her kes vî tiştî bizanibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bang li hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdistanî kir û got “Divê em hemû vê pêvajoya hesas a ku em tê de ne, li ber çavan bigirin û ji bo geşkirina yekîtiya neteweyî em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Di vî warî de divê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide. Em PKK nirxandina me ya di vê çarçoveyê de ev e û em ê ji bo geşkirina siyaseta hevkar û neteweyî û pêkanîna yekîtiya neteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan pirsên Radyoya Dengê Welat bersivand. Em temamê hevpeyvînê belav dikin.

Piştî berxwedana Garê helwesta PDK’ê ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan guherî? Gelo di navbera we û KDP’ê de tu hevdîtin pêk hat?

Serkeftina li Garê ji bo hemû gelê Kurd serkeftineke mezin bû, ji ber ku dijmin dixwest li Garê encamekê bistîne û bi vî awayî dixwest li herêmê serwer bibe. Ev tişt bi ser nexist û têk çû. Ya din jî dewleta Tirk ewqasî xwe mezin dikir, xwe wisa nîşan dida ku destê xwe biavêje ku derê wekî ku wê karibe wê derê bistîne û tu kes nikare li pêşberî wan bisekine. Şikestina dewleta Tirk a li Garê derxist holê ku heqîqet ne wisa ye. Dema ku li hemberî wê îradeyeke xurt hebe, hêza wê ya leşkerî û teknîka wê jî ewqasî ne xurt e. Ev heqîqet bi serfiraziya li Garê derket holê. Vî tiştî destê siyaseta Kurdan jî xurt kir. Çawa ku di sala 2008’an de dewleta Tirk li Zapê têk çû û vî tiştî destê siyaseta Kurdan xurt kir, berxwedan û serkeftina li Garê jî heman rol pêk anî. Îro destê siyaseta Kurdan ji berê xurttir e. Bêguman hemû kes berxwedana li Garê şîrove dikin, ne bi tenê Kurd hemû hêzên li herêmê vî tiştî dikin. Li ser vê rastiya ku derketiye holê her kes siyaseta xwe diyar dike û siyaseta xwe ji ber çavan derbas dike. Ne bi tenê ji bo encama berxwedana li Garê, bi giştî jî em ji pêvajoyeke girîng û hesas jî derbas dibin. Ez bawer im hesasiyeta vê pêvajoya ku em tê de ne û encamên li Garê wê atmosfereke erênî ava bike. Wekî ku we pirsî li holê rewşeke wisa tuneye ku mirov bi PDK’ê re li ser wê nirxandinan bike, lê ya girîng ne hevdîtin û têkilî ye, ya girîng ev e ku çawa nêz dibin û divê ev atmosfera heyî ji aliyê hemû kesan were fêmkirin. Em bawer in di vî warî de wê astek pêk were.

Piştî ku tevgera we bangên ji bo yekîtiya neteweyî kir, PDK’ê êrîşî qadên gerîlayan kir. Divê ev tişt çawa were nirxandin?

Beriya her tiştî divê em vê serdema ku em tê de ne, rast binirxînin. Îro li herêma me Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn heye. Bi vî şerî re tê xwestin pergala siyasî ya sedsala 20’an were guherandin û ji dêvila wê pergala siyasî ya sedsala 21’emîn were avakirin. Tê zanîn ku di pergala siyasî ya sedsala 20’emîn de cihê Kurdan tunebû. Mixabin bi Peymana Lozanê re hebûn û mafê gelê Kurd hate înkarkirin. Bêguman gelê me li hemberî vî tiştî bêdeng neman. Ji ber vê 100 sal in li Kurdistanê şer çêbû, xwîn herikî, bûyerên trajîk êm mezin pêk hatin. Ligel van tiştan jî gelê me îro li ber xwe dide.
Pirsa girîng ev e, wê di pergala siyasî ya nû ya sedsala 21’emîn de Kurd bi cih bigirin an na. Ji bo ku Kurd i nav wê pergalê de cih negiirin, hêzên ku Kurdistan kirine mêtingeh û dagir kirine, di nav hewldaneke mezin de ne. Bi pêşengiya dewleta Tirk ev tişt tê kirin. Ew dixwazin di nav pergala siyasî ya nû de Kurd bi cih negirin.
Bêguman em jî li hemberî vî tiştî ne bêdeng in. Ne rast e ku tevgerên Kurdan dev ji têkoşînê berdin û bêyî stratejî tevbigerin. Em gelê Kurd divê stratejiyeke me ya hevpar hebe û li hemberî wan em jî di nav hewldanan de bin. Heke Lozaneke duyemîn pêk were, ne destkeftiyên li Başûr û ne jî yên Rojava wê bimîne.
Temenê Peymana Lozanê 100 sal in û du salên din ango di sala 2023’an de tu hikumê vê peymanê namîne. Erdogan berê jî digot ,”Em vê peymanê qebûl nakin û li wê derê heqê me hatiye xwarin.” Niha jî kongreyên partiya xwe dike û di her warî de ji bo pêvajoya nû xwe amade dikin. Ya rast dewleta Tirk Erdogan ji bo vê pêvajoyê amade dike. Çima? Ji ber ku ew dizanin di sala 2023’an de Peymana Lozanê temenê xwe tijî dike û tu hikumê namîne û bi vê re dixwazin dîsa sînorên Mîsak-i Mîllî dagir bikin. Ew ji bo vî tiştî xwe amade dikin. Niha hemû amadekariyên wan li ser vî tiştî ye.Bêguman ev meseleyên girîng û stratejîk in. Ji bo vê jî divê siyaseta Kurdan bi awayekî stratejîk bifikire, di vî pêvajoyê de kumê xwe deyne ber xwe û bi fikrên teng nêzî meseleyê nebe. Bi êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ne bi tenê gelê Kurd wê gelên Ereb, Asûr û Siryan û gelên din jî xisarê bibînin. Him gelê Kurd û him jî gelên din ên li herêmê divê li hemberî vê rewşê bihistar bin û bi tarzeke rast tevbigerin. Divê tu kes bi feraseta ‘Bila biçûk be bila ya min be’ nêz nebe. Ev ne helwesteke rast e. Ne dema wî tiştî ye k mirov bi ferasetên teng û biçûk hinek tiştan rizgar bike. Rewşa li ber me, her tiştî eleqedar dike. Heke tu bi tenê ji bo xwe hinek tiştan bixwazî wê ew tişt jî ji destê te derkeve. Ev serdemeke wisa ye. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Divê her kes vê pêvajoyê baş binirxîne.’
Ji aliyê din ve we qala hinek êrîşan kir. Rast e,hinek êrîş hene. Roja Newrozê li Berdesorê êrîşî tîmeke biçûk hate kirin lê baş e k bûyer zêde mezin nebû. Ji xeynî li hin deran rê hatine girtin lê em ji paceyeke berfireh li meseleyan dinihêrin û dixwazin aliyê din jî wisa li pêvajoyê binihêre. Di pêvajoyeke wisa dîrokî de, heke em nikaribin fikreke berfireh bi dest bixin em ê hemû têk biçin. Li ser axa Kurdistanê hin hesap tê kirin. Ji bo vê jî divê di serdemeke wisa de em yekîtiyê ava bikin. Heke yekîtî pêk nayê divê Kurd alîkariyê nedin dijmin û i hemberî hev nexebitin. Bi kêmanî pêdiviya gelê me bi tiştên wisa heye. Heke yekîti pêk were baş e, lê heke yekîtî pêk neyê divê ne li hemberî hev in. Divê rewşa ku hev qels dikin pêk neyê. Ev girîng e. Ez bang li hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdistanî dikim. Divê em hemû vê pêvajoya hesas a ku em tê de ne, li ber çavan bigirin û ji bo geşkirina yekîtiya neteweyî em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Di vî warî de divê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide. Em PKK nirxandina me ya di vê çarçoveyê de ev e û em ê ji bo geşkirina siyaseta hevkar û neteweyî û pêkanîna yekîtiya neteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Piştî hilbijartina li Emerîkayê wê têkiliya Emerîka-Tirkiye û têkiliya Rûsya-Tirkiyeyê bandoreke çawa li ser Rojava bike?

Bêguman ev girîng e. Armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Şoreşa Rojava ye. Ne bi tenê Şoreşa Rojava tasfiye bike, ji bo ku di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de nav û mafê Kurdan tunebe, her tiştî dike. Hemû hewldanên wan ji bo vî tiştî ye. Di vê çarçoveyê de carinan xwe dispêre DYE û carinan jî xwe dispêre Rûsyayê. Tirkiye hemû rûmet û pozîsyona xwe ya jeo-stratejîk derdixe bazarê. Dewleta Tirk ji bo têkbirina gelê kurd û wergirtina piştgiriya hêzên navneteweyî, her tiştî dike.
Divê em jî li hemberî vî tiştî siyaseteke xurt bimeşîne, di siyaset û dîplomasiyê de xebatkar bin û derdê xwe ji hemû dinyayê re bibêjin. Ji bo ku em pêşiya siyaseta mêtinger û qirker a dewleta Tirk werbigirin, divê em jî li cîhanê hewldaneke siyasî pêk bînin. Tişta herî girîng, divê em ji xwe bawer bin û xwe bispêrin xwe. Îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û şervan bibin yek, îradeya xwe bikin yek, xwe venekişînin û li ber xwe bidin, gel û şervan li heman cihî li ber xwe bidin, wê serkeftinê bi dest bixin. Ev serdemek wisa ye. Divê mirov xwe bike îrade, xwe bispêre hêza xwe ya cewherî, ji xwe bawer be û li ser vî esasî siyasetê bimeşîne. Heke tu xwe neke îrade û bibêje ‘Ez bi tenê bi siyasetê encamê bi dest bixim’ tu yê nikaribî encamekê bi dest bixî. Di vî warî de divê tu kes şaş neb. Divê mirov li qada şer xwe bike hêz û îrade. Rêya vî tiştî jî ev e ku gel û şervan divê dev ji hev berdin û xwe venekişînin. Bala xwe bidinê, di roja duyemîn a şerê Garê de hevalên li wir dibêjin ‘Yan em yan dijmin’.Ango dibêjin yan em ê li vir bin an jî wê dijmin li vir bin,ji ber vê jî divê em dijmin ji vir derxînin. Bi awayî nêz dibin. Jixwe li gorî agahiyên dawîn ku me wergirtiye, di roja dawîn a şer de albayê bi navê Necmî Arman ê ku hêzên dijmin koordîne dike tê kuştin. Bi vî awayî perîşan dibin û ji qadê direvin. Siyaseta Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vî warî de girîng e. Divê gelên Kurd, Ereb, Asûr û Siryan pişta hev bigirin, xwe bikin îrade, ji hêza xwe bawer bin û li ser vî esasî siyasetê bikin. Heke wisa tevbigerin, wê karibin hemû hewldanên dewleta Tirk pûç bikin, wê gelê me li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van barbaran bi ser bikevin. Em bawer in wê li ser vî bingeha rast siyaseta xwe ava bikin, xwe rêxistin bikin û xwe bikin hêz.

Di peyam û coş û heyecana 8-21’ê Adarê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hebû. Divê ev tişt çawa were nirxandin? Divê Newroza bi heybet a îsal çawa were nirxandin?

Beriya her tiştî ez hemû jinên azadîxwaz ên ku di 8’ê Adarê de alaya azadiyê bilind kirine, silav dikim. Ez hemû gelê me yê welatparêz, demokrat û dostên gelê me yên ku di 21’ê Adarê de alaya Newrozê bilind kirine û daketine qadan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirine, silav dikim. Ez bi helwest û nêzikatiya wan a bi îrade serbilin im. Îro li Bakurê Kurdistanê pergaleke faşîst heye. Şîddet, zext, êşkence û zilma faşîzmê heye. Li hemberî van êrîşên li ser gel û saziyên me, di serî de li Amedê, li her dera Bakur û Kurdistanê helwesteke bi îrade hebû. Beşdariya li Newrozê û slogan, vê helwesta dîrokî îfade dike, heke sed carî jî were silavkirin di cih de ye. Ne zext û gefên dewleta Tirk û jî vîrusa faşîzma AKP û MHP’ê û jî koronavîrus li hemberî gelê me nebûye asteng. Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi taybetî li Bakurê Kurdistanê helwesteke dîrokî û girîng pêk anî. Bêguman peyam, peyama azadiya Rêber Apo ye. Gelê me diyar kiriye ku ew çiqasî di bin zextan de be jî ew azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Di Newrozê de ev careke din hate diyarkirin.
Gelek wateyên vê Newrozê hene. Faşîzma AKP û MHP’ê li ser Kurdistanê ‘Plana çokdanînê’ dimeşand, tê dîtin ku ev plan negihiştiye encamê. Vê helwesta gelê me, diyar kiriye ku wan tu encam bi dest nexistine. Li hemberî siyaseta demokratîk jî zextên mezin hene. Partiyên siyasî yên qanûnî îro di bin zextên mezin de ne. Îro di şexsê HDP’ê de li Tirkiyeyê demokrat û li Kurdistanê gelê Kurd têkoşînekê dimeşînin. Em dibînin faşîzma AKP û MHP’ê li ser wan zilmekê dimeşîne. Gelê me di Newrozê de li hemberî wan jî helwesta xwa diyar kiribû û xwedî li HDP’ê derketibû. Çima? Ji ber ku li holê neheqiyek heye. Dixwazin îradeya gelê Kurd û ya hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê tune bikin. Ne bi tenê dixwazin HDP’ê bigirin, dixwazin demokrasiya li Tirkiyeyê biqedînin. Ev projeyek e, dixwazin rêya xwe paqij bikin. Helwesta faşîzma AKP û MHP’ê ya li hemberî HDP’ê di heman demê de li dijî hemû mûxalefeta li Tirkiyeyê ye. Ew jî dixwazin pêşiya xwe paqij bikin û li ser vî esasî careke din bi ser bikevi nû rejîma xwe mayînde bikin. Mixabin mûxalefeta li Tirkiyeyê hay ji vî tiştî tune. Di vê çarçoveyê de gelê me li hemberî vî tiştî helwesta xwe diyar kiriye.
Ez li vir dixwazim vî tiştî bibêjim, niha sûcdarî tê kirin ku têkiliya HDP’ê bi PKK’ê heye. Tiştekî wisa tune. Di wextê de ji bo çareseriyê hinek hevdîtin hate kirin lê hikumeta AKP’ê pêşiya vî tiştî vekir. Dewletê HDP’yî şand ba me û me wisa ew nas kir. Min berê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder nas nedikir. Bi destûra fermî ya dewletê hatin ba me û me wisa ew nas kir. Min berê Selahattîn Demîrtaş jî nas nedikir, cara pêşîn di wê heyetê de me ew dît. Him dewlete ew şandin ba me û him jî wêneyên di wê demê de dikin delîl û HDP’ê sûcdar dikin. Helwesteke durû heye. Tu têkiliyeke me ya rêxistinî bi HDP’ê re tune. HDP jî li ser xeta xwe siyasetê dike. Tê dîtin ku kedekê didin. Ne rast e ku mirov diyar bike ku têkiliyeke rêxistinî heye û wisa nîşan bide. Tiştekî wisa tune. Sixtekariyê dikin û dixwazin temenê siyaseta xwe dirêj bikin. Hemû hewldana wan li ser vî tiştî ye. Sedema ku êrîşî gelê Kurd, siyaseta çepgir, demokrat, têkoşîna azadiyê ya jinan û ciwanan dikin ev eku dixwazin desthilatdariya xwe serwer bikin, kes dengê xwe neke, yên ku dengê xwe kirin jî zextan li wan bike. Îro rejîm hatiye asteke wisa. Hemû êrîş li ser vê çarçoveyê tê kirin.
Meseleyeke din a girîng jî rewşa Rêber Apo ye. Rast e gelê me bi awayekî watedar xwedî li Rêber Apo derket. Divê ev mayînde be û veguhere têkoşîneke rêxistinkirî. Wekî ku hûn jî dizanin îro li her dera dinyayê ji bo azadiya Rêber Apo hewldanek heye û di vê çarçoveyê de kampanyayek heye. Gelê me vê xwedîderketinê mayînde bike û rêxistinbûnê ji xwe re bike esas,wê ev tişt hev temam bikin. Di vê pêvajoyê de pêdivî tiştekî wisa heye. Derbarê Rêber Apo hin nûçe hatin belavkirin. Di vî warî de heta ku rewş zelal bibe di banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hatibû diyarkirin, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtineke rû bi rû pêk were û divê ev çalakî bidomin. Em Hêzên Parastina Gel û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayekî baldar vê pêvajoyê dişopînin. Ev meseleyeke girîng û stratejîk e. Ev ne meseleyeke ji rêzê ye. Meseleyên derbarê Rêbertî divê bi tenê gelê Kurd eleqedar neke. Divê di vî warî de agahî werin stendin. Gelê em divê ji bo vî tiştî têkeve nav tevgerê û hewl bide. Em jî dişopînin û di dewrê de ne. Divê her kes vî tiştî bizanibe.
Bi vê wesîleyê derketiye holê ku dema mesele Kurd û Rêber Apo be,dewleta Tirk li ser navê hiqûq û exlaq tiştekî nake. Ev serê salekê ye ji Rêber Apo agahî nayê. Di kîjan qanûn û hiqûqê de vî tiştî heye? Di vî warî de saziyên navneteweyî jî berpirsyar in. Tê zanîn ku hêzên navneteweyî ew dane Tirkiyeyê. Ji ber vê jî ew jî ew berpirsyarên pergala Îmraliyê ne. Divê xwedî li berpirsyariya xwe derkevin. Bêguman di vî warî berpirsyariya herî mezin a AKP û Tayyip Erdogan e. Di heman demê de dewlet û saziyên din jî berpirsyar in. Em li bendê ne ku hinek kes xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û ji bo ku ji Rêber Apo agahî were stendin, divê derfet were avakirin.

Hin hêzên Kurd di nav plana çokdanînê de cih digirin?

Plana çokdanînê plana tunekirina gelê Kurd e, nûkirina Plana Şark Islahatê ye. Plana Şark Islahatê di sala 1925’an de ji aliyê dewleta Tirk bi dizî wekî siyaseta dewletê hate meşandin. Armanca wê qirkirina gelê Kurd bû. Plana Çokdanînê jî berdewamiya wê ye. Li hemberî vê planê Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe da û hê jî berxwedaneke mezin dimeşîne. Hevalên me li zindanan, gelê me li kolanan û gerîla li çiyayan û li her derê li ber xwe da. Li hemberî vê planê berxwedanek hebû. Ev planeke xetere ye û armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Bi vê wesîleyê ez hevalên li zindanan di çarçoveya kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ di greva birçîbûnê de ne silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez gelê me yê li Mexmûrê jî silav dikim. Li kampa Lavrîon a Yewnanistanê gelê me di greva birçîbûnê de ne, ez wan jî silav dikim. Îro dema berpirsyarî û têkoşînê ye. Ji bo têkbirina plana çokdanînê divê her kes li ber xwe bide.
We qala Kurdên di nav vê planê de kir. Ez dikarim çi bibêjim? Tekane tişta ku ew ê ji wan re bimîne, rûreşî ye. Ev plan têk çûye û bi ser neketiye. Newrozê ev tişt îspat kiriye. Berxwedana Garê ev tişt derxist holê. Tu plana qirkirinê ya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nikare encamekê bistîne. Divê her kes vî tiştî bizanibe. Divê tu Kurd rûyê xwe reştir neke. Rast e hinek Kurd tevlî wan bûn. Wan gotin qey ew ê PKK tasfiye bibe û tiştek bi destê wan bikeve. Bi tenê rûreşî ji wan re ma. Şerê li Garê, helwesta 8’ê Adarê û Newroz ev rastî bêtir derxist holê. Tu plan li ser gel û tevgerê nikare bi ser bikeve.

Wekî ku hûn jî dizanin Peymana Stenbolê ji bo jinan xwedî wateyeke girîng e. Dewleta Tirk ji vê peymanê veqetiya. Hûn Tevgera Azadiyê vî tiştî çawa dinirxînin?

Paradîgmaya me ango li gorî paradîgmaya Rêber Apo, Peymana Stenbolê di çarçoveyeke teng de ye. Bi awayekî yekser serweriya mêran derbas nake û wekheviyekê pêk nayne lê li hemberî serweriya mêran hin mafên jinan diparêze. Ji bo jinan aliyên wê yên erênî hene. Divê xwedî lê were derketin lê li gorî fikr û paradîgmaya me têr nake. Em şoreşa jinan û wekheviya rastîn a jin û mêran ji xwe re dikin esas. Li gorî me civakeke azad li ser esasê azadiya jinan dikare pêk were. Lê li gorî şertên welat mirov lê binihêre, Peymana Stenbolê peymaneke pêşverû ye.
Di feraseta AKP û Tayyip Erdogan de wekheviya jin û mêran tune. Ew bi feraseteke hemdem nêzî mafên jinan nabe. Bêyî ku nîqaş bikin û bînin rojevê, di şevekê de diyar kirin ku wan ev peyman betal kirine. Ev jî diyar dike ku ew xwedî feraseteke çawa ya paşverû ne. Ew ji azadî û demokrasiyê ditirsin. Ji jinên azadîxwaz ditirsin. Ew dixwazin jin bibin koleyên wan. Ji ber vê jî ev peyman betal kirin.
Têkoşîna civaka azad û demokrasiyê ya gelê Tirk dikare bi têkoşîn azadiyê ya jinan re geş bibe. Mesele ne bi tenê pirsgirêkên jinan e, ev kirinên Erdogan li hemberî hemû jinên li Tirkiyeyê ne. Divê xwedî li Peymana Stenbolê were derketin û têkoşîna ji bo wê were kirin. Di vê peymanê de hin mafên jinan hene û ev maf tên parastin.

Em di pêvajoyeke girîng a biharê de ne. Bêguman di vê biharê de wê liv û tevger zêde be. Ji aliyê dewleta Tirk û gerîla ve rewş çi ye?

Em niha di Hefteya Lehengiyê de ne. Bi ruhê Hefteya Lehengiyê gelê me hemûyan silav dikim. Em dixwazin di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de nêzî pêvajoyê bibin. Kûrbûn û hewldaên me di vê çarçoveyê de ne. Di heman demê de 28’ê Adarê salvegera şehadeta Fermandarê Mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) e. Beriya niha bi 35 salan di 28’ê Adara 1986’an de fermandarê me yê hêja li çiyayê Gabarê di kemîneke xayin de şehîd hate xistin. Di şexsê Fermandarê Mezin hevrê Egîd de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînim. Soza ku me dane wan bi vê wesîleyê dubare dikim. Em ê bibin şopdarên xeta Egîdan. Xeta hevrê Egîd xeta gerîla ya serketinê ye. Di heman demê de xeta leşkerî ya Rêber Apo ye. Hevrê Egîd weke nûnerê xeta leşkerî ya Rêber Apo bi roleke dîrokî rabû. Lİ ser vê bingehê bû fermandarê afirîner ê şerê gerîla. Ji xwe ne tenê çalakiya 15’ê Tebaxa 1984’an, di binê gelek çalakiyên berî û piştî wê de jî mohra hevrê Egîd hebû. Hevrê Egîd ew fermandar e ku hîmê gerîla danî. Xeta fermandar Egîd îro jî ji bo me derbasdar e.
Hevrê Egîd sembola ruhê êrişê, biryardarî û wêrekiyê bû. Weke ku tê zanîn, taybetmendiya herî li pêş çavan a Pêngava 15’ê Tebaxê, biryardarî û ruhê êrişê bû. Fermandar Egîd ev temsîl dikir. Ew biryardarî, ew hunerî, ew ruhê fedayî yê Apoyî ji bo me îro jî mînak e. Ev xeta ku hevrê Egîd ji destpêkê ve meşand ji bo me esas e û pêwîst e. Em îro jî li hevrêyên Egîd digerin. Şoreşa me îro jî di vê dema dîrokî de jî pêwîstiya xwe bi Egîdên nû heye. Ruhê fedayî yê hevrêyên Egîd û Zîlan nîşaneya serketinê ye. Ev ruh îro jî ji bo me bingehînî ye.
Eger li pirsa we vegerim; dijmin piştî ku li Garê şikest, tewişî. Xuya ye pirsgirêkên navxweyî yên dijmin girantir bûne, lê dixwaze ji holê rake. Ji bo tolê hilînin niha amadekariyan dike. Di nava meha Nîsanê de dibe ku li hemberî Başûrê Kurdistanê êrişeke nû bike. Ji bo xwe ji vê psîkolojiya têkçûnê rizgar bike, li kîjan herêmê vavlahiyê bibîne dixwaze êrişî wir bike. Niha amadekariyeke wiha dike. Dewleta Tirk dixwaze bi vî rengî atmosfera heyî ji holê rake. Bala xwe bidinê, di nava van meh û nîvekê de qet tevnegeriya ye. Ji ber ku weke min gotî, tewişî ye, bi xwe ve mijûl e. Artêşa dewleta Tirk a dagirker tenê ji îstîxbarat û teknîka xwe bawer dike. Hêzeke xwe nîne ku karibe ji bejahî ve şer bike. Di pratîka Garê de jî eşkere bû ku îstîxbarat jî pûç e, bi teknîkê jî nikare encameke dixwaze bi dst bixe. Ji ber vê yekê mat mane û di nava lêgerînê de ne. Dibe ku niha îstîxbarat û teknîka xwe di ber çavan re derbas dikin û dixwazin xwe ji nû ve amade bikin. Em li bendê ne ku bikevin nava liv û tevgerê. Meha bê dibe ku di vî alî de bikevin nava liv û tevgerê.
Weke ku tê zanîn dijmin bi heman rengî li Bakur jî zivistanê hin operasyonên bi navê Eren ragihand û bidawîbûna van operasyonan ranegihand. Xwestin ku mîna dewam dike nîşan bidin, lê encam jê negirtin. Dibe ku li hin deveran çend tîmên me derb xwarin, lê belê bi giştî di pêvajoya zivistanê de hewldanên operasyonê yên dewleta Tirk encam negirt.
Niha gelekî propagandayê dikin, gelek tiştên ku neqewimîne mîna ku qeewimîne bi propagandaya psîkolojîk hewl didin nîşan bidin. Gelek nûçeyên derewîn çêdikin. Her roj dibêjin, ‘me girtin’, ‘me teslîm girtin’. Ev nûçe hemû li ser maseyê hatine amadekirin. Mînak, yek beriya 3 mehan li Şengalê reviya, lê dewleta Tirk got ‘Me bi operasyonê ji wir anî’, bi vî rengî nûçe çêkir. Yekî li Rojava beriya 2 mehan reviya, lê niha dibêjin, ‘bi operasyoneke serketî me fermandarê tûgayê revandin û anîn’. Ev hemû derew in. Halbûkî ew kes ji xwe ji şoreşê qut bûye û li gel wan e. Li ser maseyê nûçeyên bi vî rengî yên derewîn çêdikin. Ji bo çi? Ji ber ku pêwîstiya wan bi van heye. Timî hewl didin ji civakê re bêjin ‘binerin, em serketî ne’, têk biçin jî dibêjin ’em bi ser ketin’. Dewleta Tirk a dagirker di nava hewldaneke wiha de ye.
Bi giştî îsal em ji her demê bêhtir bi hêvî ne. Hem encamên berxwedana Garê hem jî sekna gelê me ya li 8’ê Adarê û Newrozê ji bo tevgera me û gelê me bûye moraleke mezin. Ji bilî vê yekê zemîna me ya xurt, amadekariyên me, her wiha civînên me yên serketî nîşan didin ku derfetên me yên serketinê ji her demê bêhtir in. Di vê mijarê de bi taybetî ji aliyê hevalên li Bakur îsal em bêhtir bi hêvî ne. Em di wê baweriyê de ne ku gerîlayên azadiyê wê li Bakurê Kurdistanê îsal hîn bêhtir bi rola xwe rabin. Ev yek wê bibe bersiva li propagandakarên şerê taybet. Erdogan bal kişandibû ser Garê û gotibû, “Roja Çarşemê ez ê mizgîniyê bidim we” lê belê nekarî mizgîniyê bide, derket pêşiya kamerayan û got, “mixabin em bi ser neketin.” Niha jî beriya li ber xwe bikeve dibêje, “Me PKK lawaz kiriye, êdî li Bakur nikare çalakiyan bike.” Bêguman divê mirov bersivê bidin. Yanî divê mirov bi aqil û sebrê tevbigerin, li benda dema rast be û li cih bi encamgiriyê bersivê bidin. Li ser vê bingehê eger hevalên me bi ruhê Garê û Newrozê tevbigerin sala bê wê ji her demê bêhtir ji bo me serketî be. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û xurtkirina meşa azadiyê ya Rêber Apo û kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li her derê gerîlayên azadiyê wê îsal, yanî sala 2021’ê bi roleke girîng û dîrokî rabin.