Ji bo îfadeyê bide emniyetê bangî Ferît Şenyaşar kir ê ku birayên wî û bavê wî ji aliyê AKP’yiyan hate kuştin û ew tevî diya xwe berxwedana edaletê didomîne.

Li Sirûca Rihayê beriya hilbijartina di 24’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmen parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du zarokên wê hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Çalakî di roja 21’an de didome. Ji ber ku Suleyman Yildiz ê ku birayê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e li Ferît Şenyaşar gilî kir, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ji bo îfadedayînê bangî Ferît Şenyaşar kir. Ferît Şenyaşar nekarî li emniyetê derbarê sûcdariyê tu agahiyan werbigire.

Li ser hesabê medyaya dîjîtal a malbatê ev tişt hate gotin, “Dengê dayika ku digirî û dilorîne, wê her dem bi ser dengê zalimê kenok û xwedî buxtan bikeve. Bi wêneyên fotomontaj tu dikarî serokkomar bixapînî lê tu yê tu carî nikaribî gelê Tirkiyeyê bixapînî. Têkoşîna me ya edaletê di roja 21’an de didome.”