Ragihandina Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê bal kişande ser serdana çend rojan a Mistefa Kazimî ya ji bo Emerîkayê û diyar kir ku wê Kazimî di vê serdana xwe de li ser mijarên cuda cuda yên girêdayî têkiliya Iraq û Emerîkayê de gotubêj bikin.

Li gorî heman daxuyaniyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya rê bikeve ragihandiye ku serdana wî wê di çarçoveya hewldanên Iraqê yên ji bo xurtkirina têkiliyên du alî yên bi Emerîkayê re li ser bingehê rêzgirtin û alîkariyê ya di mijarên cuda de be.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Mistefa Kazimî behsa hewldanên demdirêj kiriye ku di nava civînên gotubêjî yên stratejîk ên ji bo rêxistinkirina têkiliyên ewlehî yên di navbera her du welatan a li ser bingehê berjevendiya netewî yê Iraqê birêve diçe.