Yek ji herêmên sereke ku ketiye bin bandora krîza aborî ya global Latîn Amerîka ye. Li Latîn Amerîkayê ku du aboriyên mezin ên Meksîka û Brezîlya lê ne, tê texmînkirin ku krîz wê gelekî mezin be.

Texmînên dawî ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya Karabîkê û Latîn Amerîkayê (CEPALC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin weşandin. Li gorî vê yekê, ji ber krîza ku bi bandora şewba Covîd-19 giran bû, aboriya Latîn Amerîkayê wê îsal bi rêjeya 5.3 ji sedî biçûk bibe.

Li gorî CEPALC’ê tengaviya aboriya Latîn Amerîkayê yekemcar wê di vê astê de bilind be.

RÊJEYA XIZANIYÊ 30 JI SEDÎ YE

Li gorî daneyên ku beriya niha ji aliyê CEPALC’ê ve hatin weşandin, li welatên Latîn Amerîkayê ku nifûsa xwe zêdeyî 600 milyon e, heta sala 2018’an rêjeya bêkariyê 29.6 ji sedî yanî derdora 182 milyon kes bûn.

Salên dûr û dirêj bi saya polîtîkayên rêveberiyên çep û sosyalîst rêjeya xizaniyê hinekî kêm bû. Arjantînû Brezîlya bi temamî radestî rêveberiyên rastgir hatine kirin.