Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî biryara Daraza Bilind a Tirk a li ser doza sereke ya ‘KCK’ê helwesteke tund nîşan da û got,’’Ev biryar biryareke têra xwe nîjatperest, cihêkir, dijminçêker a îdeolojîk-polîtîk e’’.

KCD’ê têkilî biryara Daraza Bilind a Tirk a li ser doza sereke ya ‘KCK’ê ku 10 salan dom kir, daxuyanî da û got ti cihê vê biryarê di hiqûqê de tine.

KCD’ê di daxuyaniyê de got, ‘’Bi operasyona qirkirina siyasî ya 2009’an  li hemberî bi sedan siyasetmedarên Kurd, Hevşaredar, Endamên Meclîsa Bajêr û Şaredaran pêla binçavkirinan hat destpêkirin û bi sedemên zordarî û sunî bi salan dîl hatin girtin.

Doza KCK’ê ku di wijdana, raya giştî ya Tirkiye û ya Navnetewî de hat mehkumkirin, veguherî skandalek hiqûqî û karasetê, piştî darizandina deh salan hat encamkirin. ‘’

Bi berdewamî hate gotin, di raporan de ku ji hêla Serokomariya Tirk ve hatin amadekirin de hat diyar kirin ku ev kemîn operasyona FETO’yê ye û di dîroka hiqûqa qada Navnetewî de bû lekeyek reş.

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin, ‘’Dozger û dadgerên ku ev lêpirsîn vekirin û darazê pêk anîn bi bê hiqûqî û kemîn danîn, niha hatine girtin û tên darizandin.

Dozên Ergenekon û Balyozê ji ber van sedeman bi serbestberdanê encam bûn û hatin xistin, lê mixabin li hemberî doza KCK’ê ya berhemê heman kumpasê bû cotstandardî pêk hat.

Di encama zext, zordarî û fermana tifaqa faşizan ya AKP-MHP’ê ku aşkere dijminahiya Kurdan dike, Dadgeha Esasî xwedî li vê qirkirina siyasî ya karaseta hiqûqê derketiye û ceza erê kiriye.

Tifaqa Faşîst ya AKP-MHP bi giştî siyaseta demokratik û bi taybetî jî armanc kiriye ku siyaseta Kurd a Demokratîk tasviye bike û ev yek bi sepandin û polîtîkayan di şexsê doza KCK’ê de hatine kurkirin.

 ‘Biryara’ Doza KCK’ê vegotina nasnekirine zagon û hiqûqê ye

Biryar, derfeta pêkanîna siyaseta demokratîk û aştiyane ya ji bo gelê Kurd a fermî hedef digire û dîsa biryarek nîjadî, dijminane, wêdekirin, bîrdozî û polîtîk e.’’

Cezayê li ser Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Dîwana Hevseroktiyê Mûsa Farisogullari hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Di heman demê de ev biryar,  di şexşê Hevseroka me ya KCD’ê Leyla Guven û endamên Dîwana Hevserokatiyê Mûsa Farîsogulları ku Parlementerên HDP’ê ne û dîsa  Selîm Sadak ku beriya niha parlementerî dikir,  û bi sedan siyasetmedarên Kurd de, bi armanca  fetisandina siyaseta demokratîk û muxalefetê ye, ku ev biryar qesta li dijî gelên Tirkiye’yê, demokrasiye, hiquqa gerdûnî û bi taybetî li dijî yekîtî û biratiya gelên me ye.’’

KCD’ê bi domdarî got ‘dozger’ û ‘dadger’ên ku ev biryara nehiqûqî dane ji hêla gel, civaka navnetewî û hiqûqa gerdûnî ve hatiye mehkûmkirin, bang li Parlamantoya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî hate kirin ku li dijî vê biryara nehiqûqî xwedî li siyaseta demokratîk a Kurd derkevin û hate xwestin ku gelê Kurd, gelên Tirkiyê û saziyên demokratîk li dijî vê biryarê helwesta xwe nîşan bidin.