Ev sernavê nivîsa rojnamevan Nazim Daştan e û dibêje; PDKe 30 sal in desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê dike. Lê ji bo pêşdeçûna herêmê tiştek nekiriye. Niha jî ketiya nava tirsa ku di vê hilbijartinê de desthilatdariyê winda bike.

Rojnamevan Nazim Deşatn kronolojiya dîroka têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê rêz dike û dibêje: Piştî berdêlên giranbiha di sala 1975an de, bi pêşengiya Mele Mistefa Berzanî aşbetalî hate ilan kirin.

Rojnameya Iranê Keyhan, piştî hevdîtina bi Mele Mustafa Barzanî re, nivîsa “Êdî serdema herî giring ya li Iraqê heta hetayê hate girtin,” weşand.

Lê serokê PDK-Iranê Dr. Abdulrehman Qasimlo, bi pirtûka “İhaneta Qiyadî Muweqet ya li dijî Netewa Kurd” helwesta mele Mustafa Barzanî û aşbetalî rexne dikir.

Pitûk ji aliyê Barzaniyan ve li herêma Başûr hate qedexekirin.

PDKe heta îro jî, tenê ji bo desshilatdariya Malbata Barzanî têkoşînê dike, ji bo vê jî, gelek pêşengên Kurd kirine qurban

Di van rojan de rojeva kolanên Herêma Başûr hilbijartinên paralementeriyê ne. Yek ji xisletên gelê herêma Başûrê Kurdistanê ew e ku xwedî bîr û hafizeyek xurt e. Gel dizane ku PDKe her dem pişta xwe daye hêzên dijmin û ji bo detshilatdariya Malbata Barzanî miosger bike, nirx û destketiyên gelê kurd fêda dike.

Gelê herêmê hîna hevkariya PDKê, di sala 1996an ku Hewlêr teslîmî hêzên Saddam kir. jibîr nekiriye. Ji bo berjewendiyên xwe hatina welat talan kiriye û petrol jî daye dijminê sereke yên gelê Kurd dewleta Tirk.

Nazim Deştan dibêje, dinavbera Malbata Barzanî de jî nakokî hene. Ji bo vê jî ditirsin ku YNKe serketinek pirr ciddî bi destbixe û gel jî hesabê gendelî, hevkariya bi dagirkeran re ku weke îxanetê bi nav dike, bipirse.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin; PDKe ji bo ku hilbijartin neyên kirin û desthilatdariya herêmê ji destên Malbata Barzanî dernekevê, şerê navxweyî jî daye ber çavan xwe,

Lê YNK û hemû partiyên siyasî yê herêmê vê armanca PDKê û Malbata Barzanî fêhm kirine û li gorî wê tedbîran digirin.

Di vê serdemê de Neçîrvan Barzanî li Tahranê ye, Serokê giştî yê YNKê Bafil Talabanî li Washingtonê ye.

Eger hilbijartin werin paşxistin, fatureya giran dîse wê li ser milê gelê heêrmê bimîne.