KCD’ê meha Remezanê pîroz kir û bang li Misilmanan hemûyan kir ku li ber zilmê rabin û piştgiriya hev bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di peyamê de hate gotin, “Em hêvîdar in ku meha Remezanê ji bo civata Îslamê hemûyan bi tenduristiyeke baş û bi bereket derbas bibe.”

Peyama KCD’ê wiha ye: “Meha Remezanê ya pîroz mirovan bi nirxên bingehîn ê Îslamiyetê re tîne rû hev û dibe wesîleya aştî, xwişk-biratî û piştevaniyê. Mixabin hin desthilatdar bi sed salane ku nirxên ola Îslamê ji polîtîkayên xwe yên zilmê re dikin amûr û bi vî awayî tevahî civaka Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Yên ku zilmê dikin kî dibin bila bin, bi kîjan sedeman polîtîkayên zilmê dimeşînin û bi nav dikin bila bi nav bikin, têkoşîna li hemberî zilma wan bê dayîn, divê ji bo her Mislimanekî erka mirovî be.

Bi navê KCD’ê em careke din dixwazin bi bîr bixînin ku ola Îslamê ola aştî, xwişk-biratî û cihê xweşbîniyê ye. Banga me ji bo tevahî alema Îslamê ev e; Divê ji niha û şûn ve em destûr nedin ku kes nirxên ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bike amûr û bi vî awayî baweriya mirovan îstîsmar neke. Em dikarin bi felsefeya aştî, xwişk-biratî û bi xweşbîniya ola Îslamê, li hemberî aqilê desthilatdarên ku Mislimanan li dijî Mislimanan, Kurdan li dijî Kurdan û baweriyên cûda bi hev dide şikandin têbikoşin.

Em hêvî dikin ku meha Remezanê ji bo gelê me di nava aştî, piştgirî û tenduristiyê de derbas bibe. Divê em ji bo xizanên hejmara wan digihêje sedhezaran, mirovên birçî ji bîr nekin û di vê meha pîroz de empatiyê pêk bînin û bêyî kesî biêşînin tora piştevaniyê ava bikin. Bi hêviya ku em kesê pêdiviya wan bi alîkariyê hebe bêpiştgirî û ji slava aştî, xwişk û biratiyê bêpar nehêlin em dixwazin meha Remezanê ji tevahî alema Îslamê re aramî û aşitiyê bîne.”