Elî Welî (17), ji navçeya Dirbesiyê ya kantona Cizîrê, dema ji bo tedawiya xwişka xwe ya nexweşa otîzmê hewl dida di Tirkiyê re derbasî Ewropa bibe, di 22ê Hezîrana 2023’an de, li navçeya Mêrdîn Qoserê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin.

Welî 6 mehan kun li Girtîgeha Mêrdînê hiştin û 3 mehan jî li Girtîgeha Erziromê Tîpe L hate girtin. Piştre di 12’ê Adara 2024’an de hat berdan.

Lê Welî li ber deriyê girtîgehê hate revandin.

Çend roj piştî revandina Walî, hin kesên bi tirkî û erebî diaxivîn û xwe wek endamên MÎTa Tirk, dane naskirinli malbata Welî geriyan.

Malbatê destnîşan kir ku wan kesan dîmenên îşkencekirina Elî Welî ji wan re şiyandine û sîxurî li ferdên malbatê ferz kirine.

Malbatê dengên van kesên ku bi hejmarek telefona aîdî şîrketeke Tirkiyê geriyabûn qeyd kirine.

Di qeyda deng de Welî dibêje ew li Sûriye tê girtin, lê nizane ka li ku dera Sûriye ye. Bi erebî jî gefan lê dixwin û li bavê Welî jî sîxuriyê ferz dikin.

Piştî belavbûna nûçeyê li Bakurê Kurdistanê jî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ket nav liv û tevgerê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya, parêzerên ÎHD ya Mêrdînê têkildarî bûyerê serî li dozgeriyê da, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Dayika Elî Welî, Necme Mûsa jî diyar kir ku piştî şandina dîmena îşkencekirina zarokên wan û gefxwarinê tu kes li wan negeriyayê û agahî negirtine.

Necme Mûsa got; Em ji ber jiyana kurê xwe di nava metirsiyê de ne. Em dixwazxin sazî û rêxistinên mafê mirovan alîkariyê bidin me û ji bo rizgariya kurê me bikevin nava liv û tevgerê.