Komîsyona Kedê ya DEM Partî û Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr li avahiya xwe ya li Beyoglû ji bo 1’ê Gulanê daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag daxuyanî xwend û got; Di desthilata 23 salan de, desthilatdariya AKPê, karker, keddar, jin û ciwan xizan û perîşan kirin.

Em ê ligel karker, kedkar û hemû çînên cicakên li vî welatî di 1’ê Gulanê de biçin Taksimê û pergala kedxwariyê şermezar bikin. Em ê kuştinên kar şermezar bikin. E Em ê pergala herêmî ya dijminê Kurdan, bi taybetî tecrîdê, komkujiyên jinan û talankirina xwezayê re bêjin êdî bes e.

Akdag, qedexeya Walîtiya Stenbolê ya 1’ê Gulanê , ya ji bo Taksîmê bi bîr xist got; Qedexekirina Taksîmê, pêngava dawî ya desthilatdariya ku di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên li welat bi tundî û zextê kûrtir kirine ye.

Sevtap got: Em biryara qedexeya walîtiyê nas nakin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yilaz jî got; Emê li dijî kedxwarinê, şerê taybet, li dijî tecrîdê, qirkirina karkeran biçin Qada Teqsimê.

Hevserokan bang li her kesî kirin ku biçin Qada Taksîmê û 1ê Gulanê bi coşek mezin pîroz bikin.