Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) Komkujiya Gara Enqerê şermezar kir û şehîdên demokrasî û şoreşê bi bîranîn.

KCKê, diyar kir ku feraset û nêzîkatiya esasî ya ku faşîzmê xurt dike ew mirov in ku li derveyî sîstemê têne dîtin, lê nikarin jê qut bibine û got; Divê hêzên demokratîk û şoreşger li dijî vê ferasetê têkoşina bi rêxisiniya demokratîk ya gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e.

KCK destnîşan kir ku, di 10’ê Cotmeha 2015’an de, Partiya Demokratîk a Gelan, gelek sendîka, rêxistinên civakî, rêxistinên demokratîk mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêkanîn û bi deh hezaran kes tevlî bûn. Lê li dijî mîtîngê êrîş hat kirin ku komkujiyek mezin hate kirin.

Li gel êşa vê komkujiyê, em ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo jiyaneke bi hev re û yekîtiya demokratîk ya gelê Kurd bi gelên Tirkiyê re, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad têkoşinê dikin. Wezîfeya me ew e ku em govenda cangoriyuên aştiyê mezin bikin, stranên xwişk, biratî û azadiyê bi dengekî hîn bilind bibênjin.

KCK dazanîn ku, êrîşa Gara Enqerê, êrîşa ku bû sedema komkujiya herî mezin ya dîroka Tirkiyê ye û ji bo têkiirina aştiyê û biratiya gelan hate kirin. Weke hîmên bingehîn yên avakirina faşîzma AKP-MHP’ê hate plankirin û pêkanîn. Plana têkbirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û têkbirina demokratîkbûna Tikriyê bû. Mixbain Tirkiye careke din ber bi pêvajoyeke tarî ve hate dahfdan.

Nêzîkatiya ku DAÎŞ’ê weke berpirsyarê komkujiyê nîşan didin, xapandin e. Yê ku komkujî kir dewlet bi xwe ye, AKP-MHP ye.

DAÎŞ planên AKP-MHP’ê pêk tîne. DAÎŞ mejî û rêbazên xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê digire. DAIŞ ji bo pêkanîna armancên desthilatdariya AKP/MHPÊ kar dike. Mejiyê DAÎŞ’ê mejiyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst e. Ev rastî, îro hîn baştir tê dîtin û fêhmkirin. Êrîşên li ser Rojava, êrîş û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû, vê rastiyê nîşan didin.

Hemû kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, li dijî xwişk û biratiya gelan e, li dijî demokratîkbûna Tirkiyê û jiyana hevreyî ye. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têkoşinê bikin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk ya gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re ev e.

Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî feraseta faşîst têkoşinê bikin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn ya gelan biafirînin.