Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ANFÊ re axiviye û dibêje; Divê mirov her nêzîkatiyek ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, weke nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd bibîne.

Şerê li Îmraliyê berhemê siyaseteke kûr û piralî ye. Tecrîd jî rêbazeke cuda ya berdewama komloyê ye. Dewleta Tirk ji bo plana xwe ya qirkirina Kurdan bi encam bike, hiqûqa xwe ya dewletê jî ji holê rakiriye. Beşek girîng yê civaka Tirkiyê mîlîtarîze kiriye û bi nîjadperestiyê jehrî kiriye û rizandiye.

Besê Hozat got; Armanca tecrîdkirinê, teslîmkirina Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd e. Ji ber ku ne gihan armanca, xwe, qirkirina Kurdan kirin prtaîkê, yanî navenda qikririna gelê kurd Îmraliyê û tecrîd e. Tecrîd suc e û 25 sal in ku vî sucên mirovaniyê dikin.

Li gorî hiqûqa dewleta Tirk û hiqûqa navneteweyî ya ku dewleta Tirk îmze kiriye, her kesê sedema girtinê çi dibe bila bibe mafê girtî-hikûmxwar heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Mafê wan heye ku rêyên ragihandinê bikar bîne û bi cîhana derve re têkildar be.

Dewleta Tirk 25 sal in hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Beriya niha beheneyên kêştî û rewşa hewayê ya xerab derdxistin pêşş, niha jî behaneya cezayên dîsîplînê derdxin pêş û hevdîtinan astengt dikin. Dewleta Tirk, dixwaze “Mafê hêviyê” jî ji holê rake. Ev maf, li tevahiya dewletên endamên Konseya Ewropa de heye. Mirovên ku 25 salan di girtîgehê de bê girtin, serbest tê berdan. Mafê hêviyê ev e. Lê dewleta Tirk hewl dide vî mafê bi cezayên dîsîplînê ji holê rake.

Dewleta qirker a Tirk bi sîstema xwe ya êşkence û tecrîdê re dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û teslîm bigire. Şerê li dijî Rêber Apo, şerê qirkirina gelê Kurd e. Rêber Apo vîna azadiya gelê Kurd e. Navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Dewleta Tirk bi vê armancê êîr5şî Rêbewr Apo dike, tyecrîdê gir4an dike.

Her nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, divê weke nêzîkatiya gelê Kurd û pirsgirêka Kurd bê dîtin.

&- Besê Hozat: Berxwedana Rêber Apo di nava 25 salan de civakî bû, gerdûnî bû

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku aliyê herî girîng a pergala tecrîda li ser Rêber Apo, aliyê siyasî ye. Lewma bûye navenda polîtîqeya qirkirinê. Rejîma şerê taybet ya li Îmraliyê jî, konsepta tasfiyekirina Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd dimeşîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda li dijî Rêbertî û Kurdan wek tehdîd û şantajê bi kar tîne. Di vê wateyê de şerê li Îmraliyê berhema polîtîkayeke berfireh û kûr e û bi stratejiyeke pir bi plan tê meşandin.

Dîktatoriya faşîst, êrîşên qirkirina siyasî, civakî, çandî, aborî, ekolojîk û leşkerî pêk tîne. Vê siyasetê jî bi îdeolojiya senteza Tirk-Îslamê dimeşîne. Wijdan, exlaq, demokrasî, edalet û nirxên insanî teva tune kirine.

Dema mirov bala xwe dide bûyerên rojane, fuhuş, tiryak, destdirêjî, tecawuz her diçe zêde dibe û bi vî rengî civakan dirîzînin. Bi hemû şêweyên rêxistinkirina çeteyan li dijî Kurdan şer dike.

Lê gelê Kurd, bi şoreşa Rojava ku navenda wê jin e, gelên herêmê gihandin asteke dîrokî. Bi şoreşa Azadiya Jin Jiyan Azadî re, hêviyê jiyana azad û demokratîk derxiste holê, gelên herêmê û cîhanê kirin nava tevgerek mezin.

Tiştê ku rast, heq û heqîqet bê dîtin ew e ku ev destketin bi pêşengiya Rêber Apo hatine bidestxistin e. Ev têkoşîna mafdar, polîtîkayên înkar û tunekirinê mahkum kir, Ev jî tê wateya mahkumkirina faşîzma Turk-î Îslam.

Yekitiya azad a demokratîk a gelan, tifaqa stratejîk a gelên Kurd-Ereb û gelên din yên li herêmê weke serketinek heybet a paradîgmeya neteweya demokratîk derkete holê.

Dewleta Tirk a faşîst jî bi hemû hêza xwe êrîşan dike û dixwaze desketiyên gelê Kurd û gelên herêmê, Şorşea jinê tune bike. Lê aliyê îdeolojîk, teorîk û pratîk yê gelê Kurd xurtbûne. Êdî gelê Kurd, bi paradîgmeya Rêber Apo, têkoşînê dike û destketiyên xwe diparêzê û teqez wê sertkeitnê jî bidestbixe.