Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji 75 milyon kesan 61 milyon, mafên wan ên dengdanê hene.
15 hezar 600 kes, ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet.
Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.
Tevî ku sibe hilbijartin destpê dike, lê çalakvanên mafên jinan li Sine ragihandin ew ê hilbijartina sibe boykot bikin û bang li gelên Îranê kirin ku 1’ê Adarê an go sibe li malên xwe de bimînin û neçin ser sindoqan.
Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ew ê tevlî hilbijartinê nebin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê -PJAK’ê jî, banga boykotê kiribû û gotibû: Daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin.
Boykot mafekî xwezayî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkirina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.