Koordînasyona KCR’ê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê êrişên li ser tevahiya Kurdistanê ne û bang li jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi xurtî beşdarî berxwedanê bibin.

Koordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Koordînasyona KCR’ê diyar kir ku êrişên dawî yên li ser Basşûrê Kurdistanê êrişên ji rêzê nînin û destnîşan kir ku armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e, dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye.

KCR’ê serhildanên li Silêmaniyeyê, li Şêladizê weke helwesta neteweyî ya li dijî van êrişan pênase kir û işaret bi girîngiya çalakiyên li Rojava û Ewropayê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrişên li ser Qendîl û Şêladizê êrişên li ser Mahabad, Serdeşt û Merîwan in. Lewma divê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi ruhê Kobanê û Qendîlê careke din berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên têkoşînê bibin.”

KCR’ê diyar kir, bersiva li pêvajoyê bi berxwedanê dibe û destnîşan kir, ku êrişên tên kirin ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, her wiha bi erêkirina dewleta Îranê jî pêk tên.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, divê ciwan û jin bi rengekî radîkal xaka xwe Kurdistanê ji dijminê Kurdan biparêzin.