Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser revandina endama xwe Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine daxuyaniyek da.

Daxuyanî KJAR’ê wuha ye:

“1’ê Tebaxa 2023’an endama rêxistina me, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ya Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine ku Li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan bi rê ve dibir, li herêmên derdora bajarê Sineyê ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine cihekê nediyar.

Di wê dema buhurî de tevî hemû şopandinên berdewam ên malbata hevala me Werîşe Muradî, di der barê çarenûsa wê de çi agahî nehatine girtin.

Bi negirtina tu agahiyê fikarên malbata wê û rêxistina me, ‘Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê-KJAR’ê li ser rewşa wê zêde bûne.

Ji ber ku hêzên rêxistina sîxurî ya spahê pasdaran û wezareta Îtilatê hevala Ciwana Sine revandiye, Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana wê endama me berpirsyar e.

Li ser wê mijarê em daxwaz ji raya giştî, raportorê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û saziya navneteweyî ya mafên mirovan dikin ku di der barê wendakirina hevala me Ciwana Sine de bêdeng nemînin.”