Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk duh kom bû bûn.

Di civînê de biryar hate girtin ku di salvegera komploya di 9’ê Cotmehê û 25 sal li pey xwe hiştin de li dijî tecrîdê têkoşîna topyekûn bê dayîn.

Di MYK’ê de tespîteke hevpar hate kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ê 31 meh in agahî jê nayên girtin, bûye sedem ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, konsepta şer û krîzên piralî kûrtir bibin.

Her wiha têkildarî vê rojevê biryar hate girtin ku Hevberdevkên Partiyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi tevlibûna parlamenteran di 1’ê Cotmeha ku Meclis vedibe de daxuyaniyekê bidin.

Dê di rojeva kongreya Partiya Çep a Kesk de rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk, destûra bingehîn a nû û hilbijartinên herêmî jî hebin.

Partî dê piştî kongreye ji bo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan bike.

Li aliyê din hate zanîn ku şandeyeke partiyê dê beriya kongreye serdana Herêma Kurdistana Federe bike û partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li wir vexwîne kongreyê.