Koordînasyona KJC’ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got;
Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan di wateya exlaqî û nirxên civakî de ne.

Em jinên ciwan yên KJK û PAJK’ê em ê li ser vê bingehê coş û serketina xwe ya ciwantî misoger bikin. Tu hêz wê nikaribe, me ji ji armancên me dûr bike û koletiyê li ser me ferz bikin.

Koordisnasyonê pirsa dijmn kî ye kir û got; Divê em fêhm bikin û hişyar bin ku dijmin, kengî, çawa û li kû û bi çi armancê êrîşî me dike. Eger em bi rêkûpêk mertalên xwe yên parastinê di çeperên jiyanê de xurt bikin, em ê dikaribin hemû êrtîşên dijmin pûç bikin.

Divê em zanibin ku polîs, cendirme, hiqûq, pergala perwerdehiyê, çanda koletiyê ya ku di bin navê hunerê de tê ferzkirin, qanûnên bi navê mafên mirovan yên ku mirovahiyê dixapîne, ji bilî mirinê tiştekî din nadin jinan.

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê bi destên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê me şahidiya kuştina ciwanên wekî Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ozgecan Aslan û bi hezaran jinan kir. Mînaka herî dsawî jî li Şirnexê bûî

Ev şerekî giştî yê û li dijî jinan tê kirin. Divê em jî bi şerekî topyekûn bersivê bidin û rejîma tecawizkar, kujer, bêahlak û faşîst mahkum bikin.

Divê em, bi organîzekirina pergala xwe ya xweparastinê, li hemû kolan, tax, gund û bajarên Kurdistanê li dijmin teng bikin, wek gelê Şirnexê, hesab ji sîstema kujer bipirsin.

Koorsinasyonê jinên ciwan yên mîna Melek Îlhaman ya li Efrîn û Serê Kaniyê hatin şehîdkirin, jinên civaka Êzîdî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin reavdnin weke mînak nîşan dan û got; Li Başûrê Kurdistanê her roj ji aliyê hevkariya PDK-MÎT’ê ve jin tên şehîdkirin. li Îranê her roj, weke Jîna Amînî, Armitas, Rimas jin têne şehîd kirin.

Em li hemberî kujeran û dijminên jinan, bi formula Rêber Apo ya bêhempa “JIN JIYAN AZADI” pergala mêrê serdest ya dewleta kujer, bereteref bikin.