Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê DEM Partî ê Stenbolê Cengîz Çîçek û Parlamentera DEM Parti ya Şirnexê Newroz Uysal ji bo bidawîkirina “rewşa dîlgirtinê” ya Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê ku înfaza xwe ya 30 salan temam kririye û tehliyeya wî salekê hatiye taloqkirin, ji Serokatiya Meclisê xwestin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.

Newroz Uysal û Cengiz Çîçek pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin, hinceta pêşnûmeyê wiha vegotin:

“Veysî Aktaş ji adara 2015’an roja birin Girtîgeha Girava Îmraliyê heta niha mîna girtiyên din nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Di 28’ê nîsana 2024’an de înfaza xwe ya 30 salan temam kir lê tehliyeya wî di çarçoveya pergala tecrîda li Îmraliyê de bi awayekî keyfî salekê hate taloqkirin.

Li Girtîgeha Girava Îmraliyê destûr nayê dayîn ku çavdêrên serbixwe, malbat û parêzer biçin serdanê û girêdayî vê xuya dike ku nahêlin girtî jî jê derkevin. Gelo ji çi tiştê li Îmraliyê diqewime ditirsin ku nahêlin girtiyekî ku înfaza xwe temam kiriye were berdan?

Piştî qutkirina peywendiyên Ocalan ên bi derve re, pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn girantir bûn.

Bi avakirina rejîma tecrîdê re; azadî hatin bisînorkirin, di serî de li girtîgehan li tevahiya qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn, heke gotin di cih de be bi xwe re tecrîdkirina tevahiya civakê anî. Mînaka herî şênber a vê rewşê jî bêparhiştina Veysi Aktaş a ji azadiya xwe ye.

Parêzeran got:

Di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd û mayîndekirina aştiyê, ji bo tevahiya pirsgirêkên din bên çareserkirin, pir girîng e ku sepana qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş re bê rakirin û rewşa agahînegirtina mutleq were bidawîkirin.

Ji bo vê jî yek ji gavên herî girîng ên dikarin were avêtin ew e ku birêz Veysî Aktaş ku înfaza xwe ya 30 salan temam kiriye were tehliyekirin û tecrîda mutleq a li Îmraliyê were bidawîkirin.

Ji bo bandorên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî û sosyal ên tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan bên tespîtkirin û encamên wê ji her alî ve derxîne holê, ji bidawîkirina rewşa dîlgirtinê ya birêz Veysî Aktaş ku înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiriye û di çarçoveya tecrîda li Îmraliyê li birêz Ocalan tê ferzkirin de teyliyeya wî salekê hatiye taloqkirin bi dawî bibe, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyên demokratîk pir girîng e ku komîsyona lêkolînê were avakirin.”