Kordînasyona komelên jinên kurdistanê KJK bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî da.

Daxuyanî bi ser navê “Ji bo hemû jin, gelê me yê welaparêz û raya giştî ya demokratîk ku li ser rêya jiyana azad dimeşin” hate weşandin.

KJK’ê di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdulrezak Kizil de şehîdên doza azadiyê bîranî û wiha got:

Botan yek ji qadên me ye ku berxwedan di şexsê jinê de lê gihiştiye lûtkeyê. Lewra jinên Botanê timî bi cesareta xwe hatine bîranîn, berxwedan û neteslîmbûna wan ji hemû Kurdistanê re bûye îlham. Heval Evîn Goyî jî di nava vê kevneşopiya berxwedanê de ji dayik bû û mezin bû. 32 salên xwe diyarî şoreşa Kurdistanê û jinê kir. Xwe di warê bîrdozî de kir pispor, di wezîfeyên pratîk de heqê bîrdoziyê da, timî xwe di bîrdoziya azadiyê pêş de pêşxist, nûkir. Li Rojava li dijî DAÎŞ’ê şerê jiyana azad û bi rûmet li herî pêş meşand, ji bo şoreşa rojava bibe şoreşa jinê têkoşîn û pêşengî kir.

Mîr Perwer ê li dijî qirkirina çandî ya dijmin li Ewropa di xebatên çandî de cih girt, ziman û hunera xwe parast û li dijî qirkirinê têkoşiya. Abdûrrahman Kizil her tim di nava têkoşînê de cih gir, nirx û çanda xwe parast

KJK’ê bibîrxist ku fermana komkujiyê, dîktotarê faşîst Erdogan da û wiha got.

Fermana komkujiyê, Erdoganê faşîst da, MÎT û Hakan Fîdan pêkanîn, erka wê jî dan faşîstê bi navê Wîllîam. Dîrokê carek din nîşan dan, dema mijar dibe Kurd, mafê mirovan, edalet û wekhevî pêknayê. Dewleta Fransa pişta xwe da qanûnên xwe yên zêdeyî 200 salan. Tevî 10 sal li ser komkujiya 9’ê Çileya 2013’an derbas bû, komkujî ronî nekiriye û bûye hevkarê komkujiya 2’an a Parîsê.

Kordînasyona KJK’ê di serî de jinên Kurd, bang li gelê Kurd û dostên wan kir.

Dilsoziya herî rast encex bi pêkanîna xeyal û armancên şehîdan mumkun e. Di serî de jin divê hemû Kurd li Kurdistanê û Ewropayê parastina xwe ya cewherî rêxistin bikin, ji bo avakirina paradîgma jiyana azad a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, bixebitin.

Rêxistinbûna xwe xurt bikin da ku bikarin pêşî li komkujî û komployan bigirin, ji komplogeran hesap bipirsin. Di serî de jin û ciwan bang li herkesî dikin li dijî komploya 23’ê Kanûnê, ne tenê 23’ê Kanûnê heta kujer hesabê didin, li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser piyan bin, weke şopdarên dozê têkoşînê mezin bikin.