Di kongreya 4mîn ya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSDê de Mehmûd El Mislet û Leyla Qereh Man weke hevsewrok hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinê, Hevsrokê MSD`ê Mehmûd El Mislet, daxuyaniyek kin da û got; Em ê li gorî baweriya gelên Sûriye tevbigerin û hewl bidin çareseriyên guncew ji aloziyê re bibînin. Kongre di rengê daweta demokratîk ya gelan de hate pêkanîn. Em spasiya hewldanên MSD yên berê û yên di kongreyê de dikin. Paşerojên Sûriye wê baştir bibin, em ê weke tîmekê kar bikin.

Çareserkirina aloziya Sûriye divê sûriyeyî-sûriyeyî û beyî destwerdana derve be. Em ê xwe bigihînin tevahiya dostan û welatên dost û hewl bidin ku çareseriyê bibînin.

El Mislet di dawi got:Hêviyên me mezin in û em bawerin ku em ê riyên çareseriyê bibinînin.