Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê qurbanên qikririna Dêrismê bibîranîn û got; Divê hesabê jenosîda Dêrsimê werê pirsîn.

KNKê got; Beriya 70 sal di 4’ê Gulana 1937’an de, dewleta Tirk, ji 7 salî heta bi 70 xelkê Dersimê qirkir.

Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçberiya malwêranî, bi kanuneke taybet navê Dersimê guhertin û kirin Tuncelî.

Dilê Kurdan ji ber vê jenosîda mezin hê jî bi kûl e û divê ev jenosîd tu caran nayê jibîrkirin.

Berpirsiyarên dewleta Tikriyê ya qirkirina gelê Kurd îro jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Qirkirina Dêrismê, şehîdkirina xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên me hem hafizaya gelê me ne, hem jî sedema hesabpirsîna ji dijmin e.

Divê jenosîda Dersimê neyê ji bîrkirin û ji dijmin hesab werêpirsîn.