Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di anva 3 rojên borî de li bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, hunermend û çalakvan jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyê, sedema binçavkirinê jî tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê bû.

Di heman daxuyaniyê de navê kesên hatine binçavkirin jî hate belavkirin.

“Yesif Hacî Xoş, Rehîm Refetî, Fexredîn Mudresî, Umêd Reşîdpak, Arman Îbrahîm, Selah Qazî, Hîsamedîn Mehmud, Mewlud Rusta, Hesen Resul, Cehfer Resul, Mihemed Sultan Pur, Xefur Şêx Mihemedî, Hadî Lawe û Ako Îbrahîm in.”

Tora Mafê Mirovan ragihand ku aqûbeta her 14 kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.