Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 22’mîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metîna şermezar kir û got;,
“Em ê nehêlin ku xaka Kurdistanê bikeve bin hegemonya dagirkeran.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad ve hate xwendin û got:
“Em, hemû êrîş û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi xurtî şermezar dikin.
Di nava 2 rojan de li Civata Giştî ya KNK’ê de gefên li ser xaka Kurdistanê bi berfirehî hatiye nîqaş kirin,
Zeyneb Muradî got; “Êrîşên dagirkeriyê û operasiyonên leşkerî bi armanca tunekirina gelê me destpêkiriye.
Dijminên me careke din biryar girtine ku gel û xaka me bixin nava şereke mezin.
Em bi dengê Kurd û Kurdistaniyan ji dagirkeriyê re dibêjin na.
Em êdî nahêlin ku xaka Kurdistanê, êrîş operasyonên dagirkeiryê şermezar dikin,
Dewlet Tirk bi van êrîş û operasyonan dixwaze Kurdek li ku derê hebe tune bike.
Dixwaze statûya Başûrê Kurdistanê û destketiyên ku gelê me bidest xistine tune bike.
Ev şer, şerekî berfireh û topyekûn e.
Ji ber vê jî, pêwîstî bi helwesteke berfireh, topyekûn û helwesteke seferberiyê heye.
Ji her aliyê ve gelê me û bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî, divê kes nebe beşek ji vî şerî, kes nebe beşek ji vê komploya gemar ya li ser xaka Kurdistanê.
Em berxwedana Gerillayên Azadiyê hêja û bi nirx dibînin.
Ji ber vê jî em bi hemû dengê xwe ve li rex berxwedana gelê xwe û şervanên azadiyê ne ku li dijî dagirkeriyê radibin.