Li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber ya Civata Giştî ya KNK’ê ya 22’mîn bi, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Encamnameya Civata Giştî ya KNK’ê ji 6 xalan pêk tê û wiha dibêje:
Civîn bala hemû Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgîn dikişîne ser gef, êrîş û amadekariyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.
Xala 4’an, ya Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje:
“Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor e û di asta neteweyî de were mehkumkirin.
Civata Giştî, vê xalê dubare bibîrtîne û bang li rayedarên PDKê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne û li dijî dagirkeriyê derkeve.
Civîn bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi ruhê Newrozê kombibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hemberî êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.
Civîn bang li hikûmeta Iraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin, baregehên leşkerî yên dewleta Tirk rakin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.
Civîn bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van gef û êrîşan berde û vegerê ser pêvajoya diyaloga aştî û çareserîyê
Civîn bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên sereke yên cîhanî û raya giştî ya cîhanê dike ku li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê bikin.