KNK’ê 182 hezar qurbaniyên Enfalê bi bîr anî û ji bo dubarenebûna komkujiyên mîna Enfalê banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurdan kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 32’emîn a Enfalê ku li Başûrê Kurdistanê pêk hatî û tê de 182 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.

KNK’ê bal kişand ser hewldanên destpêkê yên rejîma Baas ên ji bo tinekirina gelê Kurd û diyar kir, “Ev siyaset encama bîrdozî û çavlêkirina regezperestî ya wan partî û desthilatdaran a li hemberî xelkê Başûrê Kurdistanê bû.”

KNK’ê ragihand ku kîmyebaran û enfal lûtkeya siyaseta şoven a rejîma Baas bû û destnîşan kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê enfal bi şêwaz û rêbazên cuda ji aliyê rejîmên dagirkerên Kurdistanê ve tê pêkanîn.

KNK’ê ragihand ku heta niha dagirkerên Kurdistanê li hember çareserkirina pirsgirêka Kurd nêrînek hevbeş hene û ew jî tinekirina xelkê Kurdistanê ye û wiha tê gotin; “Gelo li hemberî vê siyaset û pratîka hevbeş a wan de, êdî dema wê nehatiye Kurd jî siyaset û piratîkek hevbeş ji bo bersivdayîna van tewanan hebe? Dema wê nehatiye berjewendiyên xelkê Kurdistanê bêxin pêş berjewendiyên teng ên hizbî û kesayetî? Dema wê nehatiye gav ji bo danîna stratejiyek neteweyî ya hevbeş bavêjin ku bi bikarîn pêşî li dubarebûna êrişên li ser xelkê Kurdistanê de bigirin?

Weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em careke din bi rêzdarî hemû qurbaniyên enfalê û hemû komkujiyên din bi bîr tînin. Di heman demê de daxwazê ji desthilatdarên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku daxwazên xelkê herêmên enfal lê pêk hatine bi cih bînin. Qet nebe tazmînata madî bikin û jiyanek baş ji bo wan peyda bikin. “

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li xelkê Kurdistanê, rêxistinên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û eşîrên cuda yên Kurdistanê kir ku ji bo yekîtiya gavan bavêjin ku êdî tewanên mîna enfalê dubare nebin.