Abdullah OCALAN

Dema ku pirsgirêkên ekonomîk têne gotin morî û gêrik têne hiþê min. Heywaneke hûrik mîna moriyê jî pirsgirêkên wê yên ekonomîk çênabin (ma ne ji bo her hebûnê ekonomîk xwe xwedîkirin e), çawa dibe ku hebûneke mîna mirov pêþketî xwedî aqil û tecrûbe pirsgirêkên xwe yên ekonomîk, heta rewþên wî yên weke bêkariyê yên rûyê mirov sor bibin hene? Wexta mirov mejiyê xwe bixebitîne di xwazeyê de çi heye ku nikare bike kar? Ji sedî sed pirsgirêk ne eleqeya xwe bi hawîrdorê re heye, ne jî eleqeya xwe bi xebat û meþa xwezayî re heye. Mirov gurê wî yê zalim di hundirê wî de ye. Di serî de bêkarî her pirsgirêka ekonomîk bi sermayekirina civakê re têkildar e.

Bêguman analîza Marks a sermayeyê hêja ye. Hewl dide bêkariya der barê pêvajoya pêxîrtengiyê de jî eþkere bike. Cihê xemê ye ku nexweþiya pozîtîvîzmê ew jî pirr di rewþeke xirab de zevt kiriye. Nexweþiya zanistperestiyê ew asteng kiriye û nehiþtiye analîzeke berfireh a civaka dîrokî bike. Ya ez dikim ew e, ez hewl didim terîf bikim ku sermaye ekonomî nîne, berevajî amûrekî bi bandor ê ekonomiyê ji ekonomîbûnê derdixe. Ji bo vê jî sedema min a pêþî ew e, di pêþketina civakê de kar û sermaye ti car hedef nînin, di civakê de cih nedîtine. Mirov dikare civaka dewlemend û xweþhal bifikire. Exlaq û polîtîka li vê vekirî ne. Lê li cihê ku civak di nava bêkarî û hewcedariyê de bigevize, biperpite, li dewrûberê behskirina sermaye û dewlemendiyê ji sûc û guneh jî wêdetir divê bi qirkirina civakê re pêwendîdar be. Þaristanî weke guloka pirsgirêkan tê terîfkirin, ji ber ku xwe dispêre yekdestdariya sermayeyê.

Rosa Luxemburg wexta ku pêkhatina sermayeyê bi þertê civaka ne kapîtalîst ve girê dida, gihiþtiye keviyê heqîqeteke gelekî girîng. Eger ji keviyê hinekî din ber bi hundir ve bimeþiya, wê bidîta ku bi tenê bi hebûna civaka ne kapîtalîst ve girêdayî nîne, ew weke geneyê civakê dimije û diwerime û ji vê jî dilopeke xwînê jî bi karkeran dide vexwarin û bi vî awayî wan jî dike hevparê gunehê xwe. Ez bi awayekî gelekî zelal destnîþan dikim: ez hewldana karker jî înkar nakim; lê ez dibêjim pêkhatina sermayeyê pirr hindik dikare bi keda karker ve girê bide, heta mirov di çarçoveya felsefî-dîrokî-civakî de bifikire wê ev pirr hindik jî maneya xwe nemîne. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk her diçe eþkere dibe ku îndustriyalîzm civak û hawîrdorê diþêlîne. Ma kîjan mirovê xwedî îzan û zanebûna xwe heyî dikare înkar bike ku di roja me ya îro de rêveberên saziyên kar û serkarên karkeran di nava civakê de dibin xwedî cihekî cihêwaz û li beramberî vê jî bêkarî jî weke artêþ û guloka berfê mezin dibe? Tebeqeyên îndustriyê yên pêþketî, beþên bazirgan û fînansî yên yekdestdar ango yekdestdariyên sermayeyê bi projeyên ‘hevpariyên bi pirrhîss e’ têgîna karkeriyê têra xwe bêmane kirine. Gelekî girîng e ku mirov bibîne karker her diçe bi rola ew qayîþa yekdestdariya sermayeyê bi civakê ve girê dide radikin. Mirov çawa ku rola sosyalîzma pêkhatî weke kapîtalîzma dewletê, weke ‘karkerekî tawizkar’ dikare terîf bike, kapîtalîzma taybet a klasîk jî bi heman awayî karkerekî xwe yê tawizkar heye. Ev her tim di nava civakê de wer hebûn û heta îro hatin. Civaka mayî, ew civak e ku kapîtalîst nîne û hatiye hiþê Rosayê.

Eger mirov bala xwe bidê, mirov ê bibîne li vir cudahiya ya kapîtalîst û ya ne kapîtalîst tê terîfkirin. Li cem Rosayê herdu jî þêweyên civakî ne. Lê ez li vir bi awayekî cuda nêzî mijarê dibim. Ez kapîtalîzmê weke þêweyekî civakê nabînim. Ez wê weke rêxistiniyeke þebeke ya gelekî berfireh dibînim. Ji civakê nirxê zêde vedidize, ekonomiyê dimiçiqîne û rê li bêkariyê vedike. Ji bo vê bi desthilatdarî û dewletê re dikele û marên hegemondariyê yên îdeolojîk bi kar tîne. Di dema dawî de beþê karkeran ê tawîzkar jî li vê rêxistiniyê zêde kirine. Ez wexta careke din naveroka tevna yekdestdariyê welê terîf dikim, armanca min ew e, ez pêþî li gelek þaþ fêhmkirinan bigirim. Nexasim divê ez karektera xefik a têgîna ‘civaka kapîtalîst’ deþîfre bikim. Sefetekî welê diyarkirina yekdestdariya kapîtalîst lutûfkarî û qenciyeke zêde ye. Þebekeya sermayeyê dikare tevna xwe ya rêxistinî ava bike. Divê baþa were zanîn ku mafya jî þebekeyeke sermayê ya baþ e. Þebekeya sermayeyê weke mafya nayê bi navkirin, sedema bi tenê ya vê yekê jî ew e, ji ber hêza hegemonîk a þebekeya sermayeyê di nava civakê de ye, û ji ber têkiliyên wê yên bi desthilatdariyê ye. Naxwe wê weke þebekeyeke bi qasî mafya rêzik û pîvanên xwe yên etîkî nînin bimana.

Ez divê vê xusûsê jî lê zêde bikim ku ez îndustrîvan, bazirgan û cotkarê asta navîn kapîtalîst nahesibînim. Ev bi giranî ji bo ekonomiya rastî pêdivî bi wan hene. Sermaye ji gelek aliyan ve wan tengav dike û wan dixe nava pencê xwe. Em ên behsa wan dikin beþên civakê ne ku hewl didin hilberînin. Herweha ez ên karûbarên metaya piçûk li bazarê dikin û van metayan li cihê xwe yê kar pêk tînin jî kapîtalîst nahesibînim. Hemin xwediyên pîþeyên cûrbicûr kapîtalîst nayên hesibandin. Ji bilî beþê tawîzkar bi tevahî karker, gundî, xwendekar, karmend, zenaetkar, zarok û jin hestiyê piþtî yê civakê ne. Ez vê terîfê weke civaka ne kapîtalîst hewl didim pêþde bibim. Ango ez weke gelek Marksîst yeqîn dikin, ez wexta civaka ne kapîtalîst dibêjim, mebesta min ew civaka bi têgînên weke feodal, tîpa Asya, nîv-feodal tê terîfkirin nîne. Ez îqna bûme ku têgînên behsa wantêne kirin rastiyên hînî mirov nakin, ji vê zêdetir ser rastiyê digirin dinixumînin. Jixwe ez vê analîzê ji bo þebekeyên sermayeyê yên piþtî sedsala 16. li Ewrûpayê navendîbûn bi tenê nakim, þebekeyên sermayeyê hemûyan ên tevahiya dîrokê nirxê zêde desteserkirin (yekdestdariyên bazirganî-siyaset-eskertî-îdeolojîk, cotkarî, îndustrî) di vê çarçoveyê de digirim dest û li ser radiwestim. Sermayeya fînansa global a roja me ya îro bi awayekî balkêþ vê analîza me piþtrast dike. Ji bo mirov vê bibîne jî hewcedarî hûrûkûr bi lêkolîn û analîzê nîne.

Gelekî girîng e ku mirov karekterê antî-sermaye yê xwezaya civakî bibîne. Civak di meþa xwe ya hezarê salan de haya xwe ji bandora dejenerekar a daneheva sermayeyê hebû. Mînak, yek ji rêbaza bi bandor a daneheva sermayeyê faîzxwerî ye. Bala xwe bidinê dînê ev mehkûm nekiribe hema hema tine ye.

Eger mirov bêkariya di roja me ya îro de mîna guloka berfê mezin dibe weke hewldana sermayeyê ya ji bo peydakirina karkerê erzan an jî afirandina karkerê hêsan bibîne, wê ev bibe dîtineke gelekî kêm. Tevî ku aliyekî rastiyê ev e, sedema bingehîn ev nîne. Sedema bingehîn ew e, sermaye dixwaze civakê bi xebatên wê bi pey karê bibizîne girê bide. Xebatên ji bo kar-sermayeyê ji sedî sed bi pêdiviyên bingehîn ên civakê re li hev nakin. Eger hilberîna ji bo têrkirina civakê karê neyne, civak ji feqîrî û birçîna biþkê jî -jixwe di roja me ya îro de bi mîlyonan mirov di vê rewþê de ne -xema sermayeyê nîne. Mînak ji sermayeya di dest de hinek jê razînin cotkariyê, ti carî pirsgirêka birçîbûnê çênabe û namîne. Lê ya em dibînin berevajiyê vê ye, sermaye misêwa qada cotkariyê vala û xira dike. Sedema vê jî ew e, di cotkariyê de yan rêjeya karê gelekî kêm e, yan jî hîç tineye. Wexta ku ji pereyan bi tomaran pere bêne bi destxistin, ti sermayedar cotkariyê nafikire. Di karekterê sermayeyê de ti carî cih ji fikrên bi vî rengî re nîne. Dewletê weke yekdestdarî berê gelekî alîkariya cotkariyê dikir. Lê berdêla vê alîkariya xwe jî weke berhem an jî pere-bac werdigirt. Piyaseyên niha yên sermayeyê xebatên dewletê yên bi vî rengî jî bêmanekirin. Di rewþeke berevajî de ew dewlet neçarin bi îflasê re rûbirû bibin.

Hingê em dikarin bibêjin, sermaye bi polîtîkayên rojane û demî ranabe û ji lewra pirraniya civakê bêkar û xizan nahêle, ev ji karektera avabûna wê welê ye. Gelekî erzan bixwaze bê xebitandin jî bêkariya di nava civakê de çareser nabe û ji bo fêhmkirina vê rastiyê hewcedarî bi lêkolînê nîne bi çavdêriyeke ji rêzê jî tê dîtin. Ez careke din dibêjim, divê mirov baþ bizanibe, heta polîtîkayên karê yên li ser desteserkirina nirxê zêde hatine avakirin û sîstemê wê ji holê neyên rakirin, civak ji bêkarî û feqîriyê rizgar nabe.

Eger na, mînak wê wextê çima li deþta Mezopotamyayê ya panzdeh hezar salan ji civaka neolîtîkê re dayiktî kir û tevahiya dîrokê gelek civak têr kirin, bayê bêkartî, birçîtî û xizantiyê radibe? Eger pêngaveke bi armanca karê nebe were plankirin, li gorî pîvanên roja me ya îro wê ev deþt bi hêsanî bîstûpênc mîlyon mirovî xwedî bike û heta wê gelek jî ji ber bimîne. Ji bo vê jî hewcedariya van deþt û mirovan bi destê sermayê yê naxebitîne ne, berevajî divê ev destê (ev dest çi taybet an jî yê dewletê be ferq nake) rê li feqîrî, bêkarî û xizaniyê vedike xwe ji pêxîra wan bike. Bi tenê ya pêdivî pê heye, destê kedkarê rastî û ax bigihîjin hevdu; divê þoreþa zêhnî ya firsendê bide vê were pêkanîn; polîtîka û exlaq dîsa weke organ û çaviyên bingehîn ên civakî bêne fonksiyonelkirin; ji ber van sedeman divê siyaseta demokratîk bi çar ling û çavan bi mejiyên rastî bazde wezîfeya xwe.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)