Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û heyşt rêxistinên ji pênc welatan bi hev re bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku di asta global de agirbest bê pêkanîn û girtiyên siyasî bên berdan.

KNK ku navenda wê li Brukselê ye tevî 8 rêxistinên ji Fîlîpîn, Myanmar, Bûrma, Kolombiya û Welatê Baskê mohra xwe danîn binê bangeke hevpar. Name ji pêkhateyên Neteweyên Yekbûyî û gelek sazî û rêxistinên navneteweyî re hate şandin. Li gorî KNK’ê nameya ji bangawaziyê gihîştiye ber destê saziyên pêwendîdar û li ser wê dixebitin.

Di nameyê de ji bo agirbesta bi asta global û berdana girtiyên siyasî ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku însiyatîfê bide ser milê xwe û bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de her wiha tê xwestin, ku alîkariya însanî bê kirin, parêzvanên mafên mirovan û xebatkarên wezîfeya însanî bên parastin û dawî li rageşiya leşkerî bê anîn.

Nameya hevpar wiha ye:

“Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di 23’ê Adara 2020’an de ji bo agirbesta global bang kiribû. Di 25’ê Adara 2020’an de jî Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîhcelle Bachelet bang li hikumetan kiribû ku hejmara girtiyên li girtîgehan kêm bike û pêşniyar kiribû ku mehkûmên siyasî, kesên ji ber fikrê xwe hatine sûcdarkirin û hatine girtin, tavilê bên berdan.

Di 3’ê Nîsanê de jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gûterres banga xwe ya ji bo agirbesta global dubare kiribû.

Saziyên ku mohra xwe danîn binê vê nameyê, daxwaza Netewên Yekbûyî ya ji bo agirbesta lezgîn û berdana girtiyên siyasî di têkoşîna dijî Covîd-19 de weke gaveke girîng silav kirin.

Heta niha ti ji dewletên endam girtiyên siyasî bernedane. Tirkiyeyê, Kolombiya, Spanya, Myanmar û Îranê tenê sûcdarên edlî û krîmînal berdane.

Her wiha li gel nexweşiya şewbê jî endamên civaka sivîl û mirovên ji bo alîkariya civakê xebitîne, li navendên destgîrkirinê yên qelebalix û nepaqij tê hiştin.

Mixabin gelek welat guh nadin bangên Neteweyên Yekbûyî û hinek jî krîza tenduristiyê ya global a heyî ji bo polîtîkayên xwe yên zordar weke firsendê bi kar tînin.

Li gel banga agirbesta global ku Neteweyên Yekbûyî dubare dike şerê leşkerî li tevahiya cîhanê dewam dike.

Li herêmên cuda yên ku şerê çekdarî lê diqewime, hêzên dewletê eniyên nû vedikin û êrişkariya leşkerî berfireh dike.

Karê hêzên paramîlîter jî bi berfirehî dewam dike û gefê li ahengî û ewlekariya civakî dixwin.

Em bi fikar dişopînin ku dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî yên aliyê şerê navxweyî ne, Covîd-19 weke çekeke biyolojîk bi kar tînin.

Covîd-19 rojane bi hezaran mirovî dikuje, li gel vê yekê li herêmên ku şerê leşkerî lê diqewime mirovên sivîl ên bêguneh rojane birîndar dibin, dimirin û ji cih û warê xwe dibin.

Stratejiyên bisînorkirina Covîd-19 li nava civakên xizan, ên pêwîstiya wan bi alîkariyê hene, bêparast in serketî nabin.

Ji xwe li nava van civakên ku xizmeta tenduristiyê kêm in û di nava xizaniyê de ne, ji bo karibin li ber gefa Covîd-19 rabin nikarin alîkariya însanî werbigirin.

Bi navê rêxistinên ku li jêrê mohra xwe hene banga me wiha ye:

1- Banga agirbesta global a Neteweyên Yekbûyî (du alî) bê bêkanîn. Ji bo bi cih bê anîn jî hikumet bersiveke erênî bidin aliyên muxalîf ên agirbest ragihandin û qet nebe ev agirbest bibe dualî.

2- Pirsgirêkên siyasî ji bingehê ve bên nirxandin û bi rêya muzakereyê bên çareserkirin.

3- Girtiyên siyasî tavilê bên berdan.

4- Dawî li rageşiya leşkerî bê anîn û eniyên nû yên leşkerî neyên vekirin. Di vê pêvajoya krîzê de rewşa însanî li derveyî qada leşkerî û ewlekariyê bê dîtin û bersiv ji pêwîstiyên însanî re bê dayin.

5- Li dijî Covîd-19 alîkariya însanî yekser ji aliyê saziyên Neteweyên Yekbûyî ve ji bo civakên xizan û pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye yên li herêmên şer bê kirin. Li qada herêmî jî bi reya saziyên civakî yên sivîl bê kirin.

6- Xebatkarên mafên mirovan, parêzvanên mafên mirovan û endamên tevgera civakî bi rengê qanûnî, siyasî û dîplomatîk bên parastin.”