Welatiyê navçeya Kelar bang li herkesê kirin daku li dijî tecrîda li ser Ocalan rabin serpiyan û ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin. Welatiyan gotin ku bi yekitiyê ew dikarin tecrîdê hilweşînin.


Nerazîbunên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan roj bi roj berfireh dibe. Li dijî tecrîda ser Ocalan bi pêşengiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbunê destpê kirine. Ev 112 roje Guven di greva birçîbunê deye. Li ser vê yekê welatiyên navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyan ji RojNews re axivîn.

Welatiya bi navê Şeyma Ednan got ku ji roja Ocalan dîl hatî girtin heya îro, bi berxwedanek mezin li dijî komployê rawestiya ye. Şeyma wiha pêde çû: “Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li Kurdistan, cîhanê û zindanên Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê destpê kirine. Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz destpêkirîn her ku diçe berfireh dibin. Divê hemû kesên azadîxwaz bi taybet gelê Kurd vê berxwedanê bibînin û çalakiyan bigihînin encamê. Bi taybet divê jin êdî bêdeng nemînin. Ji ber ku tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser hemû gelê Kurd û dengê jinane.”

Helgurd Hemîd jî balkêşa ser sedemê tecrîda ser Ocalan û got: “Ocalan Rêberek yê gelê Kurde û dikare pirsgirêkên siyasî zelal bike. Ji bo vê armanca tecrîda li ser Ocalan bêdeng kirina dengê gelê Kurde. Ez weke Kurdek vê tecrîdê şermezar dikim û piştgiriya hemû çalakvanên di greva birçîbunê dene dikim. Ez bang li raya giştî dikim daku ji bo şikandina tecrîdê zextê li dewleta Tirk bike.”

Herî dawî welatiyê bi navê Ekrem Mihemed jî da zanîn ku divê hemû gelê Kurd bi hestê netewî tevbigere û got: “Bila gelê Kurd li hemberî tecrîde xwedî yek helwest bin û piştgiriya hemû çalakvanan bikin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk tûnekirina gelê Kurde, tecrîd jî biheman armancê ye. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.”