Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî jinê rexne kir û got, “Navê jinê jî nîne.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî Pêşniyara Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2021’ê ji ANF’ê re axivî û polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî jinê rexne kir.

Koçyîgît diyar kir ku aqlê mêr ti carî karekî çê ji bo jinê nekiriye û destnîşan kir ku bê wate ye mirov ji desthilatdariyê tiştekî hêvî bike.

Koçyîgît ragihand, nîqaşên li ser zanîngehên jinan jî ji nêrîna zayendîperest a AKP’ê cuda nîne.

‘BUDÇEYA ZAYENDÎPEREST’

Koçyîgît bi dewamî got, “Wezaret hemû di destê mêran de ne, rêveberî hemû ji mêran pêk tê. Di temsîla AKP’ê de navê jinê nîne. Ji bilî Wezîra Polîtîkayên Malbatê û Civakê wezîreke jin, alîkareke wezîr a jin an jî burokrateke payebilind a jin nîne. Bi aqlekî wiha, di budçeyê de par ji jinê re nayê veqetandin. Şer datîne pêşiya xwe û budçeyê jê re vediqetîne, lê belê ji bo jinên ku di nava pêvajoya şewbê de bêkar mane budçeyeke taybet venaqetîne. Her wiha ji bo jinên astengdar, ji bo jinên ku zarokên wan hene budçeyeke xweser venaqetîne. Daneyên TUÎK’ê çiqasî manîpule bikin jî bêkarî zêde dibe. Lê belê bêkariya jinê ji vê jî zêdetir e. Ji ber ku yên destpêkê ji kar tên avêtin jin in. Di asteke bilind de jin bêkar in. Em neta niha li ti hewldaneke wezaretekê rast nehatine ku pêşî li bêkariya jinê bigire. Jin bi rengekî giştî ji sîstemê nikare parê werbigire. Em; meclîsa jinan a HDP’ê pêvajoya budçeyê dişopînin. Kêmasiya temsîliyetê û budçeya zayendîperest bi daneyan rexne dikin. Lê belê divê were gotin ku aqlê AKP’ê bi temamî aqlê mêr  e û nikare vê têbigihêje.”

‘PERWERDEYA ZAYENDÎPEREST’

Koçyîgît bal kişand ser girîngiya xurtkirina jinê ya xwe bi xwe û got, “Divê em bala xwe bidin ser ku mijara zanîngeha jinê berhema kîjan aqlî ye. Bêguman bila zanîngehên jinê hebin, polîtîkayên jinê bên nîqaşkirin, her tiştên têkildarî jinê bên xwendin. Lê belê eger ev yek heman modela perwerdeyê ya têkel be, hingî tiştekî cuda ye. AKP’ê hem li asta dibistana navîn hem jî li ya lîseyê sîstema îmam hatîp ava kiriye, bi vî rengî derbasî perwerdeya zayendîperest bûye û hewl dide vê modelê bide rûniştandin. Niha hewl dide aliyê vê sîstemê yê li zanîngehê jî bide rûniştandin.”

‘EM LI DORA AZADIYÊ BICIVIN’

Koçyîgît ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Navneteweyî bang kir û got, “Em; Meclîsa Jinê ya HDP’ê hewl didin li dijî tundiyê bi rengekî çalak têbikoşin. Eger îro ji bo jinan gaveke biçûk a baş hatibe avêtin, eger jin li ber tundiyê dikarin rabin, eger polîtîkayên bêcezahiştinê bi rengekî bêperwa nikarin bên bicihanîn, ev yek bi saya têkoşîna van jinan e. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyan, maf û bedena xwe dewam bikin.

Em çiqasî zêde bin, em ê karibin vê sîstema mêr lawaz bikin. Bang li jinan hemûyan dikim ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan. Kolan qadên me yên azadiyê ne. Di 25’ê Mijdarê de em dakevin qadan û bi hev re li dora azadiyê bicivin.”