Komîsera Karên Hundir a Yekîtiya Ewropayê (YE) Ylva Johansson diyar kir ku wê ‘bernameya têkoşîna dijî terorê’ ya nû pêşniyar bikin. Armanc ji vê bernameyê jî ew e ku ‘valahiyê’n di parvekirina agahiyan û hevkariya bi polîsan re hene, dagirin.

Piştî êrişên li Fransa û Awûstûryayê, Yekîtiya Ewropayê tedbîrên xwe yên li dijî Îslama tundrew zêde dike.

Komîsera Karên Hundir Ylva Johansson ji AFP’ê re axivî û têkildarî êrişên li Fransa û Awûstûryayê got, “Li dijî nirxên Ewropayê bûn. Welatiyên Ewropayê ti dewleteke endam bi tena serê xwe nikare bersiva vê bidin.”

Johansson got, “Divê em bi hev re bixebitin, danûstandineke hîn baştir a agahiyan hebe. Pêwîstiya me bi hevkariyeke xurtir heye. Ji ber ku valahî hene.”

Hate ragihandin ku ‘bernameya têkoşîna dijî terorê’ ya nû wê di 9’ê Kanûnê de bê pêşkêşkirin.