KOMAW’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku bendewariya gelê Kurd ji dewleta Fransayê ew e ku vê komkujiyê tavilê eşkere bike.

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji ber salvegear 8’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da, ku di 9’ê Çileya 2013’an de ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya li Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelek caran komkujî li gelê Kurd hate kirin û hate gotin, “Di şexsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez de şehîdên azadiyê hemûyan bi minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em kuştina sê jinên Kurd şermezar dikin û bi navê saziyên Kurdan dibêjin ku heta eşkerebûna vê komkujiyê em ê bişopînin.

Gelek caran bi rengekî şexsî û civakî komkujî li Kurdan hatiye kirin. Hîn jî komkujî lê tên kirin. Ev komkujî li xaka Kurdistanê bûn, ku ji aliyê hêzên barbar û komkujer hatin kirin. Lê belê ev komkujî ji yên din gelekî cuda ye. Komkujî li welatekî Ewropayê hate kirin ku dibêje demokrasî û mafên mirovan lê heye. Gelê Kurd li bendê ye ku dewleta Fransayê vê komkujiyê tavilê eşkere bike. Heta ku eşkere nebe wê gelê Kurd bi gumanbarî nêzî dewleta Fransayê bibin, wê her tim bê sûcdarkirin.

Ji bo komkujiyên bi vî rengî rû nedin tenê rêyek heye. Ew jî xwedîderketina Kurdan a li xwe û têkoşîna xwe ye. Vê komkujiyê bi rengekî eşkere raxist pêş çavan ku rol û hêzajinên Kurd a di nava têkoşîna neteweyî çi ye. Em van her sê hevalan di salvegera 8’an a şehadeta wan de careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz didin ku em ê vê mijarê bişopînin.”