Parlamenterê Parlamena Ewrûpayê Nikolaj Villumsen,  ku nûnertiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê dike, bertek nîşanî serdegirtina li Stêrk Tv û Medya Haberê de da.

Villumsen li ser hesabê xwe yê X daxuyaniya televîzyonên me da û got:

Li nava Yekîtiya Ewrûpayê ji zilma Erdogan re cih tine!

Divê em azadiya medyayê li hember êrîşên otorîterîzmê, çi ji aliyê Rûsya û çi ji aliyê Tirkiyê ve, biparêzin.

Divê rojnamevan neyên girtin, bila bên parastin.