KOMAW: Yekane rêya azadiya Kurdistanê û Rêber Apo, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye, berxwedana li her qadê ye, bilindkirina têkoşînê ye.

KOMAW’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku armanca komploya beriya 22 salan pêk hat ew bû ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevgera azadiyê ya Kurd a ku bû hêvî ji gelê Kurd re bê rêber bihêle, ji hev belav bike, parçe û tasfiye bike.

KOMAW’ê destnîşan kir ku ji bo tarîkirina paşeroja gelê Kurd, komploya 15’ê Sibatê gelekî metirsîdar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li bendê bûn ku piştî komployê gelê Kurd nikaribe li ser piyan bimîne, dema ku serî çû wê beden jî ji hev belav bibe. Lê belê bendewariya kes û hêzên hesabê vê yekê dikirin bi ser neket. Têkoşîna bi biryar a Tevgera Azadiyê ya Kurd a li her qadê, berxwedan, fikir û ramanê Ocalan, dewamiya rêbertiya ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re, pejirandina sîstem û rêbertiya îdeolojîk a Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê, dilsoziya bi Rêber Apo re ku bi gotin û çalakiyan hate nîşandan, kir ku komplo pûç bibe.

Lê belê polîtîkaya komployê ya ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, destketiyên gelê Kurd dewam dike. Ev polîtîkaya komployê jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve tê meşandin ku li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer dike, li Bakur, Başûr û Rojava li dijî gelê Kurd şer dike û Kurdistan veguherandiye dojehê. Dewleta Tirk a faşîst ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bakurê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, niha jî amadekariyan dike ku Şengalê, Kerkûkê û Rojava herêmên nedagirkirî dagir bike. Bi vê armancê rojane bi tonan bombeyan li Kurdistanê dibarîne.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI DEVEREKE DIN A CÎHANÊ NÎNE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 roj in li girtîgeha Îmraliyê tê hiştin û dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz dike ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Bersiv ji pêwîstiyên mirovî re nayê dayin. Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst mixabin ti hiqûq û pîvanê nas nake. Bi hêrs, tolhildêrî û nijadperestiyê tevdigere. Mixabin li dijî vê neheqî, kiryarên antî demokratîk û yên li dijî mirovahiyê deng ji kesî dernakeve. Di vê mijarê de Ewropa, CPT û cîhan bêdeng in.

Rêber Apo ji ber ku rêbertiyê ji têkoşîna gelê Kurd re dike dibe hedefa ewqas kiryarên hovane. Ev zilma faşîzan di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.

Yekane rêya azadiya Kurdistanê û Rêber Apo, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye, berxwedana li her qadê ye, bilindkirina têkoşînê ye.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de KOMAW’ê bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna ji bo azadî û yekîtiya Kurdan xurtir bike.

Herî dawî hêzên komploger bi tundî şermezar kir.