Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê (MXDŞ) Nayîf Şemo diyar kir ku beriya fermanê îdareya fermî ya Şingalê di bin hikmê PDK’ê de bû û got; PDK’ê dest danî ser Çiyayê Şingalê û wek dagirkeran dest li se rher tiştî danîn. Desthilatdariya navendî li ber çavan negirt û xizmetek ji Şingalê re nekirin.

Nayîf Şemo got; Gelê Şingalê êdî naxwezae wegerene îdareya kevin. Rêveberiya Xweser avakiriywe û hukmê PDK’ê qebûl nake. Îdareya nû ya Şingalê jî, wê li gorî qanûnên Encûmena Meclîsa Mûsilê were danîn. Encûmena Meclîsê xwedî maf e ku îdareyê ji nû ve ava bike. Lê pêwîst e ev li gor xwesteka xelkê herêmê be. Rêveberiya Xweser a Şingalê jî li gorî xwestekên gel tevdigere.”

Gelek Êzîdî li kampên Başûrê Kurdistanê hene. Em li gel Wezareta Koç û Koçberan hevdîtinan dikin û dixwaizn koçerên Êzîdî vegerin cih ûw arên xwe. Ji xwe biryar heye heya ku 30’ê Tîrmehê deriyên kampên koçberan werin girtin. Mixabin keêsn weke Viyan Dexîl bextênx we reş dikin û li nava koçberan digerin, dibêjin venegerin Şingalê. Viyan Dexîl mirovekî ji xîşkê derketiye, lê bi awaykî bêxtreş bi navê Şingalê diaxive. Li ser navê Şingalê ji parlamenta Iraqê re jî hatiye hilbijartin û vê xiyanetê li xelkê xwe dike.

Nayîf Şemo herî dawî got; Dadgeha Federal a Iraqê derbarê vegerê de biryareke nû daye û divê gelê me zanibe. Careke din wê li kampan dibistan neyên vekirin. Bila gelê me yê li kampan vê jî zanibe û bi dilekî rehet vegerin cih û warê xwe û em bi hev re Şingalê ava bikin.”