Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê ku ji bo diyaloga nava aliyên Kurdî de hatibû avakirin bal kişand ser metirsî û nêzîkatiyên aliyên Kurdî û banga lihevhatina aliyên siyasî û dîsa her kesî kir ku ji bo aştiyê kar bike.

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li ser hewldan û xebatên xwe dîsa metirsiyên vê qonaxê kir. Komîteyê 21’ê Adarê Newroz pîroz kir û hêvî ji hemû aliyan kir ku vê Newrozê weke derfetek bikar bînin û bigihêjin yekîtiyê. Her wiha ji bo yekîtiyê jî komîteyê bang li her kesê kir ji bo aştiyê kar bike.

Daxuyaniya Komîeyê wiha ye:

“Kurdistaniyên dilsoz!

Ji me hemûyan re diyar re ku welat û gelê Kurdistanê di qonaxeke tijî metirsî û alozî re derbas dibe. Dijminên Kurdistanê roj li pey rojê dek û dolabên tirsinaktir girêdidin, ji bo jinavbirina hemû wan destkeftiyên ku bizava rizgarîxwaza gelê me di dehan salên borî de bi dest xisti bûn. Mixabin alozî û nakokiyên siyasî di nav partiyên sereke yên Kurdistanê de rewşeke ewçendî metirsîdartir peyda kiriye û bi vê yekê pêgeha Kurd lawaz kiriye û ziyaneke mezin gihandiye pêkaniyên bergîriyê û li berxwedana li dijî van dek û dolaban. Vê rewşê ji aliyekî ve, diltirsî li ser pêşeroja Kurdistanê ji aliyekî din ve, bûne sedema cûreyekî bêhêviyê, ya ku bi ser beşekî mezinê hemwelatiyan de li hemû beşên Kurdistanê.

Bêguman li hemberî vê yekê giyanê bergîrî û dirêjpêdanê xebat û têkoşînê ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê di asteke bilind de ye û mirovên me dest ji xewn û hêviyên gelê xwe ji bo pêşerojeke azad û jiyaneke bi rûmet bernadin.

Weke tê zanîn di 21.11.2020’an de, ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  (KNK) û Yekîtîya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) ve, bi navê “Konferansa Pêşxistina Diyaloga Navxwyî” konferansek neteweyî hate çêkirin. Li gorî biryarên konferansê bi navê “Komîteya Diyaloga Navxweyî” komîteyek hate çêkirin. Di vê rewşa hestiyar de “Komîteya Diyaloga Navxweyî”, çend gav ji bo peydakirina keş û hewaya diyalogeke niştîmanî di nav hêzên siyasî yên Kurdistanê de, avêhtine. Di vî warî de, ji cihên pêwîstre name şandine, di asta jor de peywendî li gel aliyên nakok danîne û hevdîtin pêkanîne. Komîta Diyaloga Navxweyî, li ser hewlên xwe yên aştî û diyalogê, berdewa me.

Encamên sereke yên van hewldanan, herçendî alozî sext in û jihevdûrketinan, pirsgirêk, aloz dirist kirine, dîsa jî hêvîbexş in. Ev jî weha dike ku pêvajo dûr û dirêj bibe û hewl û palpêdan bêwestan bin û piştgîriya hemû aliyan dixwaze, ji bo ew bigihê encameke erênî. Encama dawî ya van hewldanan divê ne tenê nehiştina alozî û nakokiyan di nav van hêzan de, bihtir ji wê, da ku ew bikarin bi hev re bidin û bistînin, hev bipejirînin û rêzê ji cudabûnên hev re bigirin. Bi vê yekê ew dikarin di nav xwe de bingeheke avabûnê deynin, ziyanê negihînin hev û berjewendiyên hev li ber çav bigirin.

Di vî warî de ev yek dikare were kirin: Li cihê ku ew tirsê bidin hev û aloziyan ji hev re çêkin, divê bîr li cûreyekî hevgirtinê û destnîşankirina sînorên sor yên niştîmanî û neteweyî bikin û dost û dijminên gelê xwe nas bikin.

Gelê Kurdistaniyên stemdîtî!

Ev hewldan bê piştgîriya we nagihê armancê û encamên xwe yên erênî. Ji ber vê yekê em ji her aliyekî dixwazin, herkes ji aliyê xwe ve bi gotar û tevgerên xwe yên rojane van hewldanên dilsozane bi ser bixin.

Bila em hemû bi hev re keş û hewa aştiyê biafirînin!

Piştgîriya rêzgirtinê ji bîr û bawreiyên cewaz re bikin!

Li dijî çandina tovê rik û kînê rawestin!

Em rê nedin alozî û nakokiyên siyasî di nav partî û rêxistinên siyasî de.

Bibin sedem ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe, yên ku wî bi gelek gorî û fedakariyên mezin

bi dest xistine.

Di van rojan de gelê Kurdistanê pêşwaziya cejina Newrozê dike, cejina hêviyê, aştî û hilata roja

azadiyê. Em hêvîdar in, partiyên siyasî yên Kurdistanê vê cejinê bikin derfetek, ji bo danîna bingehekê ji keş û hewayeke diyaloga niştimanî û neteweyî re û bi gavên erênî di vî warî de dilê gelê Kurdistanê xweş bikin û bi hev re sala hatî bikin sala aştiyê!

Jiyan û xebat ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê!”