Konferansa TJA li Amedê bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” a navnetewî bi dawî bû.
Di roja duyem de beşdariya jinên ji welatên cuda li otela Demirê gelek atolye hatin çêkirin.
Di van atolyeyan de li ser mafê jinan, xwebirêxistinkirin û xweparastinê gelek nîqaş û pêşkêşî hatin kirin.
Ji Rêveberên TJA’yê Gulbihar Alpsoy axaftina girtînê ya konferanê kir.
Gulbihar Alpsoy ragihand di konferansêd e jinan bi hev re tecrûbeyên xwe parve kirine û got:
Di 4 atolyeyan de der heqê xwebirêxistinkirina jinên fikrên gelek balkêş derketin holê.
Ev di heman demê de nîşaneya wê ye ku jin bi hev re xwedan hêz û qewet in.
Erê rast e sînor ji aliyê serdest û dewletan ve hatine danîn û xêzkirin lê jin dikarin civakan bigihînin hev.
Jin xwedan felsefe û paradîgmaya neteweya demokratîk in û ev civakan nêzî hev dike.
Gulbihar Alpsoy bal kişand ser pergala tecrîdê jî û got:
Heke pergala tecrîdê bi dawî bibe wê civak jî bikaribe nefesê bigre.
Em ê ji bo şikandina vê bergalê hîn bêhtir têbikoşin.
desthilatdaran li dora jinê li dora civakê zîncîreke bêdengiyê gerandiye lê emê jin vê zîncirê bişkînin.