Kampanya, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê (DEM-NED) û Tevgera Jinên Kurd, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate dest pê kirin.

Ji bo ragihandina kampanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya bajarê Den Haagê civîna çapemeniyê hate pêkanîn.

Di civîna çapemeniyê de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezar kirin û hate gotin ku, çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Di daxuyaniyê de bang li her Kurdistaniyên li Hollanda dijîn hate kirin ku tevlî kampanyayê bibin.