Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL,  bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hemû hêzên ku di nava komployê de cihgirtin û dîsa ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin xeyalên azadiya gelên Kurdistanê kirin hedef hate protestokirin.

Di daxuyaniyê de minetdariya şehîdan a bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xelekek ji agir li dorî Ocalan çêkirin bibîr anî û got “Em wan qet ji bîr nakin. Bi Rêbertiyeke azad û Kurdistaneke azad em ê xeyalên wan bi teqez jiyanî bikin.”

‘KOMPLO VALA DERKET; ŞOREŞA SERDEMÎ PÊŞ KET’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

 “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a ku li ser bingehê berjewendiyên xwe gelê Kurd hate qurbankirin û ji bo planên xwe yên herêmî bi cih bînin negihişte armanca xwe. Armanca sereke ya vê komployê ew bû ku di kesayeta Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurdistanê tesifiye bike yan jî bixe bin kontrolê. Lê negihştin armanca xwe. Bihêlin tesfiyekirinê, Bi pradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bi berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê kir ku têkoşîna azadiyê derbasî Kurdistanê bibe û kir ku bibe têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa serdemê jiyanî bû. Li gel pradîgmaya civakî, demokratîk, ekolojîk ku xwe dispêre azadiya jinê, li tevahî cîhanê bû dengê mirovahiya pêşverû.

SAZIYÊN NAVNETEWÎ TECRÎDÊ REWA DIKIN!

Erê komploya navnetewi di vê wateyê de ne gihişt armanca xwe lê hê jî didome û heta ku Rêber Apo azad nebe wê bidome. Di 20’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê de Rêber Apo li Îmralî di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Politîkaya tecrîdê parçeyek yê komployê ye û raste rast berpisyartiya CPT jî heye. Tevî ku tecrîd li dijî Peyama Mafê Mirovan a Ewropa û mafên mirovan a gerdûniye jî CPT li dijî vê bi bêdengiyê tecrîdê erê dike. Biryara nerênî ya  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ku saziyekî girêdayî Konseya Ewropa ye têkildarî serlêdana beriya 8 salan a êşkenceya dijî Rêber Apo  tecrîda Îmralî rewa dike û cesaretê dide Tayyîp Erdogan. Ev hemû tê wê wateyê ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmralî wê hê zêdetir bikin.

Tecrîda heyî ya li dijî Rêber Apo tê kirin êşkence ye. Di nava şert û mercên tecrîda heyî de 6 meh cezayê disiplînê tê dayîn. Bêdengiya CPT a li dijî vê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Divê bi teqez di vî demî de em xwedî li Rêber Apo derbikevin. Hefteya pêşiya me wê ji bo protestokirian komploya 9’ê Cotmehê çalakiyên berfireh werin lidarxistin. Di çarçoveya xwedî derketina li Rêber Apo de em banga tevlîbûnekî bi hêz li hemû kesê dikin.”

BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN 9’Ê COTMEHÊ

KONGRA-Gel di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir;

“Bi armanca protestokirina komploya 9’ê Cotemhê bi pêşengiya TJK-E roja 9’ê Cotemhê li pêşiya Konseya Ewropa li Strasboûrgê, dîsan heman rojê li pêşiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa a Brukselê wê çalakî bên kirin. Em bang li hemû kesên li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirk dikin ku bi hêz beşdarî çalakiyan bibin.”