Ji salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê re 13 roj man.
Gelê kurd bi meş û mitîngan ji niha ve komploya navneteweyi û tecrîda 25 salin dewam dike, şermezar û protesto dikin.
Xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmurê jî, bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe dan.
Ji bo vê li saziya ciwanan a wargehê ji aliyê berdevkê komîteya malbatên Şehîdan Mûrad Encû ve daxuyanî hat dayîn.