Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA- GEL bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku divê di çalakiya mezin a 17’ê Sibatê de bibandor peyama “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji bo raya giştî ya Ewropa û saziyên navneteweyî were dayîn

Kongra Gel got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya li zindanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan destpêkirin, gihişt roja 71’ê.” û di şexsê Mazlûm Dogan û Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner ên weke ‘Çaran’ tên naskirin, berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê û pêşengên çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn.

Bi berdewamî got:

Ji bo hilweşîna faşîzmê bi taybetî roleke stratejîk dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê dijî.

Rêber Apo timî ji gelê me yê li Ewropayê dijî re qala vê mîsyona dîrokî kir û her tim spasiyên xwe pêşkêş kirin. Îcar niha pêvajoya ku em têde ne, rastî vê yekê tê.

Gelê me yê li Ewropayê dijî ji bo ku pêngava azadiya Rêber Apo bi rengekî xurt li Ewropayê pêş bixe, hem wê ji bo hilweşîna faşîzmê bi rola xwe rabe hem jî di serî de berxwedanên gerîla û zindanê wê ji hemû çalakiyan re bibe bersiv.

Tevlîbûna me ya meş û mîtîna 17’ê Sibatê ya li Kolnê wê ji pêxistina pêvajoyê re diyarker be.

Kongra Gel, bang li gel û dostan kir ku bi bawerî û kelecana pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 17’ê Sibatê de li Kolnê bi hev re dîrok binivîsin.”