Di Koma 2’an a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de, Amedspor, di hefteya 23’an de li Skenderunê li hemberî Skenderunsporê, 3-2 serketin bidestxist.
Amedspor û Skenderunspor, li Stadyuma Kirikhan hatin pêşberî hev.
Hîna di destpêka lîstikê de, lîstikanê Amed Spor Ismaîl Unsal, di deqîqeyên 8 û 21ê de du gol avêtin. Dewreya pêşî bi serketina Amedspor 2-0 bi dawî bû.
Di dewreya 2’an de, Skenderun Sporê di deqîqeya 60’î de bi penalti golek avêt.
Di deqîqeya 74’an de lîstikvanê Amedspor Taşkın Çaliş golek avêt.
Pişî 4 daqîqeyan lîstikvanê Skenderunspor Omer Kasun gol avêt. Maç bi serketina Amedsporê 3-2 bi dawî bû.