Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla de agahî da.

Li gorî wê li herêma Zapê

6’ê Adarê gerîlayên YJA Starê li qada berxwedanê ya şehîd Îbrahîm dronek bombebarkirî ya dewleta Tirk îmha kirin.

Çalakiya gerîlayên jin saet di 16: 20’î de pêkhat.

Li ser êrişên dewleta Tirk bi dronên bombebarkirî û teqemeniyên qedexe jî HPG’ê got:

29’ê Sibatê û 5’ê Adarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebarkirî,

5’ê Adarê li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê carekê bi droneyên bombebarkirî hat bombekirin.

Her wiha

Di navbera 1 û 6’ê Adarê de li Herêma Metînayê qadên Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê, Bazê, Serê Metîna 11 caran,

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 10 caran,

Li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê, Ava Lolanê û Sinînê 11 caran,

Li Herêma Garê qadên Neqeba Xêrê, Girê Zengilê, Kanîsarkê, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê, Sêdarê 10 caran,

Li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.