Koordînasyona Kongreya Star der barê biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya têkildarî 3 şoreşgerên Kurd û damezirînerên PKK`ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de biryar hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Berî her tiştî dost û dijmin jî dizanin ku dewleta Tirk xwediyê DAIŞ, El-Qaîde û bi giştî terorê ye. Gelê Kurd û derdorên aştîxwaz û demokrat ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîş û komkujiyên pir giran tên. Dijminahiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelên aştîxwaz û demokratîk tê zanîn. Ev di dagirkirin û kiryarên faşîstan ên li Efrînê de jî îspat bû. Her sê pêşengên şoreşeger ên tevgera azadiya gelê Kurd ku 40 salên xwe ji bo têkoşîn û azadiya mirovahiyê dane, berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Palmer qala girtina wan dike û ji bo vê jî dibêje yên wan îxbar bikin, em ê xelatê bidinê.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ziman ku rola her sê pêşengên tevgera azadiyê ji bo hebûna gelê Kurd girîng e û wiha hat gotin: “Tevgera azadiya gelê Kurd ku bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê dikoşe, kedeke binirx ji bo azadiya mirovahiyê da û tu caran gelê Kurd wan bi tenê nahêle. Birêz Murad Karayilan, birêz Cemîl Bayik û birêz Duran Kalkan pêşengên gelê Kurd in. Tevgera azadiya gelê Kurd di berxwedan û rizgariya Kobanê û Şengalê de roleke gelekî girîng û dîrokî lîst. Bi hezaran mirov û bi taybet jî jin ji destê terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi hezaran jin îro di nav wê tevgerê de ji bo mafê azadiya jinan tê dikoşin û li ber xwe didin. Ev pêşengên birûmet 40 sal e ji bo aştî û azadiya gelan xizmetê dikin. Gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi saya pêşengên xwe li ser pêyan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hate kirin ku tavilê dev ji helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd û nirxên wî berde û wiha hate gotin: “Di mijara çareseriyê de rola ku dikeve ser milê wê, divê pêk bîne. Em destpêkê bang li hemû jinên Kurd dikin ku bê navber di nav çalakiyan de bin. Ew biryara dawîn a Amerîkayê tenê acizbun û hêrsa gelê Kurd zêde dike. Em careke din dubare dikin, êdî divê Amerîka polîtîkayên ewqas erzan raber neke. Her wiha divê Amerîka vê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bike.”