Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dimîne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir, zêde dibin. Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl li Mala Gel a Medyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Ji bo ragihandina çalakiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin û gelek Kurdistanî li Mala Gel a Medyayê di dema daxuyaniyê de amade bû. Şiyar Xelîl daxuyanî da û got, “Bi komploya navneteweyî re Rêberê me birin îmraliyê. Salên dûr û dirêj e bi rengekî tecrîdkirî tê hiştin û dinya bêdeng e. Di dema tecrîdkirina Rêberê me de li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin û dinyayê çavên xwe li komkujiyan girt. Eger Rêberê me serbest bûya û karîbûya nêrînên xwe bianiya ziman, komkujiyên hatin kirin wê nebûya. Greva birçîbûnê ya ku hevala me Leyla Guven dest pê kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêbertî ye, ji bo afirandina wan şert û mercan e ku Rêbertî karibe nêrînên xwe bi rengekî azad bîne ziman. Ez destpêkê rexnedayina xwe didim Rêbertî, piştre didim Leyla Guven û hevalên di greva birçîbûnê de ne. Ji ber ku min bi derengî dest bi greva birçîbûnê kir. Ez, ciwanekî Kurd vê tecrîdê, vê zilmê qebûl nakim. Û em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em careke din dibêjin, ‘Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e’.”