Dewleta Tirk, sala 1991’an bi rêya îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji sala 1997’an û vir ve jî bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmê heye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk heta niha bi sedan sivîl mirine.

leta Tirk roja Çarşemê bi balafirên xwe yên şer bombe li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê barand û ji ber êrîşê 4 sivîl şehîd bûn. Piştî vê êrîşê, şêniyên Şêladizê doh avêtin ser baregeha leşkerên Tirk a li herêmê. Gelê ku dixwaze baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji holê bên rakirin, wesayitên li hundirê Baregeha Leşkerî ya li Sirê şewitand. Welatiyan agir berdan konên seyyar ên li baregeha leşkerên Tirk û hin tank jî şewitand. 2 leşkerên Tirk ji aliyê gel ve dîl hate girtin. Gelê Şêladizê leşkerên dîlgirtî radestî hêzên pêşmergeyan kir.

Balafirên şer ên Tirk ji bo çavê gel bitirsînin, ji nizm ve firiyan û bombe li derdora Şêladizê, Dêralokê û Zapê barandin. Leşkerên Tirk jî gule li gel reşandin û ji ber êrîşê 2 sivîl şehîd bûn. Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re axivî. Barzanî ragihand ku wan li ser bûyera li Duhokê qewimiye dest bi lêpirsînê kirne.

Dewleta Tirk ku sala 1991’ê bi îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji sala 1997’an û vir ve bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmê hene, timî êrîşî gelê sivîl dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk ku zêdeyî 25 sal in li herêmê ye, heta niha bi sedan sivîl şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn. Li dijî van kampên dewleta Tirk ku bi desteka PDK’ê ava kir, hêrsa gel roj bi roj zêde dibe. Me xwest, qala baregehên îstîxbarat û leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û armancên wan bikin.

DESTPÊKÊ KAMPÊN ÎSTÎXBARATÊ AVA KIR

Dewleta Tirk, li Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û PDK lê serdest e û li xeta Hewlêrê, kampên îstîxbaratê ava kir. Di sala 1997’an de piştî operasyona ‘li derveyî sînor’ a bi navê ‘Balyoz’ ev navendên îstîxbaratê veguherandin kampên leşkerî.

KAMPÊN DEWLETA TIRK ÊN LI HERÊMÊ

Di rewşa heyî de li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê, li  Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şaxên Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hene.

Piştî sala 2014’an li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp hatin avakirin. Baregeha berê ya li herêma Harîr a li nêzî Hewlêrê jî weke kampekê tê bikaranîn. Li herêma Zûmarê, ji bo perwerdekirina hin koman kampek hate avakirin.

KARÊN ÎSTÎXBARATÊ

Yek ji karên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser, karê îstîxbaratê ye. Tê zanîn MÎT û îstîxbarata PDK’ê Parastin bi hev re tevdigerin.

Hin saziyên medyayê yên PDK’ê ku dewleta Tirk ji bo avakirinê ‘destek û ked daye’, di operasyonên afirandina atmosfera xapandinê de tên bikaranîn. Tê zanîn, di nava van organên çapemeniyê de kesên ku yekser ji MÎT’ê re dixebitin, hene.

Navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi giranî li bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê ne, ku PDk lê serdest e. Lê dewleta Tirk li herêma YNK’ê jî tevdigere. Di bin navê ‘şîrketên taybet’ de li Silêmanî, Helebce, Germiyanê hin sazî ava kiriye.

Li herêmên weke Kerkûkê, ku Tirkmen jî lê hene, Eniya Tirkmen a Iraqê ya ji aliyê MÎT’ê ve hatiye afirandin û serkêşê wê Erşad Salihî, partî û kesayetên mîna wî tên bikaranîn.

Çekeke din a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî, fîrmayên Tirk e, ku di serî de di sektora înşaetê de zêdeyî 1.350 fîrmayên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixebitin. Eşkere ye ku hin ji van fîrmayan paravan in û yekser ji MÎT’ê re dixebitin.

REWŞA STRATEJÎK A KAMPAN

Kampên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ji deriyê sînor ê Xabûrê dest pê dikin û li ser sînor heta herêma Soran dewam dikin. Ji bo ku herêmên Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê bike hedef, kampa Sidêka heye. Her wiha li Diyana, Çoman û derdora wê jî hêzên xwe yên leşkerî hene. Bi rêya vê hêzê hewl dide zextê li Qendîlê bike. Li herêma Raperîn a li başûrê Qendîlê, ku di kontrola YNK’ê de ye, li Ranya Sengeser û Qeladizê, piştî ku DYA’yiyan kîs xistin serê leşkerên Tirk, li vê herêmê endamên îstîxbaratê û leşkerên Tirk neman.

KAMP Û ARMANCÊN WAN

Ji deriyê sînorê ê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şeladizê kampên Tirkan hene. Em bala xwe bidin ser detayên wan;

* Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakkur, hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re tê xwestin, ku zext li herêma Heftanînê were kirin.

* Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şeladizê re dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.

* Di operasyona Zapê ya 2008’an de ku artêşa Tirk lê şikest, dihate xwestin ku Çemçê ya navbera Zap û Zagrosê kontrol bikin. Lê belê artêşa Tirk a ku helîkoptereke xwe li vir hate xistin û bi dehan leşker hatin kuştin, neçar ma xwe vekişîne.

* Bi kampa Dêralûkê re hewl tê dayin têkiliya navbera Zap û Garê were birîn.

* Li ser sînorê Metîna; qereolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.

* Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.

* Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistasnê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.

* Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.

* Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, Qendîl e.

*Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û ûbarokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.

FIYASKOYÊN LI ‘DERVEYÎ SÎNOR’

Dewleta Tirk ji sala 1983’an û vir ve li dijî PKK’ê operasyonên ‘li derveyî sînor’ pêk anî. Li hemûyan jî navên ‘mezin’ hate kirin û ti ji wan bi ser neket. Em bînin bîra xwe:

* Dewleta Tirk, operasyona xwe ya destpêkê ya ‘li derveyî sînor’, di sala 1983’an de piştî ‘Peyaman Hevkarî û Ewlekariya Sînor’ a navbera Kenan Evren û Bexdayê de hate îmzekirin, kir. Operasyonê di 25’ê Gulanê de dest pê kir û 7 hezar leşker tevlî bûn.

* Piştî ku PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe yên çekdarî kir, di Cotmeha 1984’an de operasyona duyemîn hate kirin û li bin ket.

* Operasyona sêyemîn di 12’ê Tebaxa 1986’an de hat kirin û tevî PKK’ê kampên PDK’ê jî bûn hedef. Sivîl jî di nav de gelek pêşmerge şehîd bûn.

* Operasyona ‘derveyî sînor’ a sala 1991’ê bi navê ‘Supurge’ hate kirin û aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû.

* Di Cotmeha heman salê de bi piştgiriya PDK û YNK’ê du operasyonên din hatin kirin. Piştî van operasyonan delweta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampên îstîxbaratê ava kir.

* Piştî ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwar, Serokkomarê Tirk ê wê demê Tûrgût Ozal mesaj ji Ocalan re şand û jê xwest, ‘asta şer kêm bike’. Di heman demê de artêşa Tirk hesabên cuda dikir. Di Gulana 1992’an de bi navê ‘Sizma’ operasyoneke din hate kirin. Ev operasyona ku ceribandaina 8. bû, di 6’ê Gulanê de dest pê kir û bê necam ma.

* Artêşa Tirk id 12’ê Cotmeha 1992’an de bi 15 hezar leşkeran, ji bejahî ve bi tank, top, obusan û ji hewayê jî bi helîkopter û balafirên şer dest bi operasyoneke nû kir. Lê tenê 20 rojan karîbû li hember gerîla bisekine.

* Du operasyonên din hatin kirin, ku aqûbeta wan ne cuda bû; 10’ê Hezîrana 1993 û 28’ê Çileya 1994.

* Artêşa Tirk di 6’ê sibata 1994’an de heremên Mezrê û Kariyêderî kir hedef û têk çû.

* Di Nîsana 1994’an de li heman herêmê operasyon kir û aqûbeta xwe bû mîna ya beriya xwe.

* Artêşa Tirk, piştî Tevgera Dagirkirina Qibrisê, ‘operasyona herî mezin a li derveyî sînor’ bi navê ‘Çelîk’ di 20’ê Adara 1995’an de kir. Bi fermandariya 13 generalan 35 hezar leşker tevlî operasyonê bûn û di hedefa xwe de Heftanîn hebû. Vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir, 45 rojan dewam kir.

* Piştî salekê du carên din êrîş kir. Hedefa operasyona 6’ê Adarê Sineht, Heftanîn û Kelareş bûn. Di vê operasyona bi navê ‘Atmaca Tokat’ de hedef sivîl bûn. Heman salê di meha Kanûnê de artêşa Tirk bi desteka PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ji nû ve derket operasyonê.

* Artêşa Tirk bi salan re hejmara xwe ya leşkeran û teknîk zêde kir. Navê ‘Balyozê’ li operasyona destpêkê ya sala 1997’an hate kirin. Ev operasyona ku di 14’ê Gulana 1997’an de dest pê kir bi 50 hezar leşkerî hate meşandin. Piştî ku du helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin û fermandarên operasyonê hatin kuştin, operasyon qediya.

* Dewleta Tir ku bi ‘Balyozê’ jî tiştek bi dest nexist, vê carê di meha Îlonê de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran ji nû ve dest bi operasyona ‘derveyî sînor’ kir. Navê vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir ‘Çekîç’ bû û mîna ‘Balyozê’ têk çû.

* Di bihara 1998’an de vê carê bi 40 hezar leşkerî, bi navê ‘Mûrat’ operasyonek pêk anî, kete nava Başûrê Kurdistanê, lê ya dixwest bi dest nexist.

* Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji bo cara 24. derket operasyona ‘derveyî sînor’. Aqûbeta vê operasyona bi navê ‘Sandvîç’ jî mîna yên beriya xwe bû.

* Artêşa Tirk tevî PDK’ê di 4’ê Gulana 2000’î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekişîne.

* Operasyona ‘derveyî sînor’ a 25. a artêşa Tirk, hewl hat dayin di Kanûna 2007’an de bi desteka hewayî bê kirin. Ev operasyon bi giranî bi êrîşên hewayî hate kirin û ti encam bi dest nexistin.

* Yaşar Buyukanit bi xwepêşandaneke mezin, di 21’ê Sibata 2008’an de bi navê ‘Guneş Harekati’ li herêma Zapê operasyonek da destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û helîkoptereke wan hate xistin. Artêş Tirk roja 29’ê Sibatê bi zorê ji herêmê filitî.