Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir, desthilatdarî hewl dide bi polîtîkaya zext û zordariyê gel bitirsîne û got, “Ew jî zanin ku bi polîtîkaya zext û zordariyê nikarin encamê werbigirin. Têkoşîna me wê heta wergirtina şaredariyan bidome.”

Parlamenteran HDP’ê Fatma Kûrtûlan bi bîr xist, piştî ku hevdîtinên di sala 2013’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin kirin hatin bidawîkirin şer ji nû ve kete rojevê û got, “Bi tecrîdkirina Ocalan û qedandina pêvajoya çareseriyê re welat hemû tecrîd kirin, binpêkirina mafên mirovan zêde bûn. HDP’ê bi taybetî jî Kurdan wiha gotibûn; tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina siyaset û paşeroja Tirkiyeyê ye.”

Kûrtûlan diyar kir, di rewşa heyî de hemû rêyên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê asê bûne, li her qadê mafên mirovan tên binpêkirin û ev yek bûye rêbazeke rêvebirina dewletê ku di encamê de jî pêkanînên qeyûm rû dan.

Kûrtûlan desteserkirina şaredariyan weke darbeyek li demokrasiya Tirkiyeyê pênase kir û got, “Li sê bajarên mezin bi biryareke siyasî sê şaredariyên me bêyî hincetekê hatin desteserkirin. Em vê yekê weke hewldana hêza darbeyê dibînin. Gelê me ev yek qebûl nekir. Li her sê bajaran gel bi rojane li ser piyane, li taxan, kolanan li îradeya xwe dibe xwedî.”

Kûrtûlan bal kişand ser nîqaşên ku dibêjin wê şaredarî ne tenê li her sê bajaran bên desteserkirin û got, “Binpêkirina mafên mirovan û desteserkirina şaredariyan wê ne tenê li Kurdistanê bin. Ji ber ku li bajarên ku çavkaniyên wan ên rantê bûn desthilatdar nînin. Hewl didin bi rêya vê yekê ji nû ve bibin xwedî vê hêzê. Lê belê vê yekê dibîni; gel, hêzên dmeokrasiyê, bi taybetî tifaqa ku di 31’ê Adarê de afirî wê destûrê nedin ku hêviya avakirina demokrasiyê ya hevpar tê têkbirin. Sedema bingehîn a zexta giran jî ew e ku ji nerazîbûn û hêza dijderketinê ya gel ditirsin.”

Kûrtûlan got, “Ew jî zanin ku bi polîtîkaya zext û zordariyê nikarin encamê werbigirin. Em zanin ku her tiştî dikarin li kolanan werbigirin. Ev zîhniyet wê bê têkirin. Hêza demokrasiyê û daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê êdî veguheriye hêzeke rêxistinbûyî. Nerazîbûna qadan gelekî girîng e, ji xwe nikarin vê yekê asteng bikin.”