Mîna li Wanê, dewleta Tirk li Colemêrgê jî 6 sal in çalakî-xwepêşandanan qedexe dike. Li herêmên derveyî navendê jî bi qedexeyên demkî vê yekê domdar dike.

Li Colemêrg û navçeyên wê ji sala 2016’an û vir ve yanî 2 hezar û 29 roj in çalakî, xwepêşandan qedexe ye. Destpêkê mehê carekê, piştre jî 15 rojan carekê tê dirêjkirin.

Qedexe xelkê Colemêrgê, rêxistinên civakî yên sivîl, partî û saziyên demokratîk dide ber xwe. Ji bo sazî û partiyên dewletê qedexe nîne.

Serokê Baroya Colemêrgê Parêzer Ergun Canan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku qedexeya ji sala 2016’an û vir ve dewam dike li dijî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan, li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û li dijî peymanên navneteweyî ye.

Canan anî ziman ku ji bo betalkirina vê qedexeya li dijî hiqûqê bibin ber destê dadgeriyê û got, “Lê belê Baroya Wanê 15 caran serî li dadgehê da, lê encam bi dest nexist. Diyar e ku wê serlêdana me jî red bikin, lê belê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê dewam bikin.”

POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ TÊ MEŞANDIN

Canan anî ziman ku karnameya mafên mirovan a Tirkiyeyê gelekî nebaş e û got, “Bi taybetî di mijarên mafê jiyanê, mafê xwepêşandan û civînê, destwerdana li van mafan, her wiha girtin û destgîrkirina bi neheqî, kiryarên xerab û êşkence, binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê van salên dawî gelekî zêde bûne. Tenê li Colemêrgê ji sala 2019’an û vir ve binpêkirina mafên mirovan gelekî zêde bûye. Bi taybetî li herêmên sînor ji sala 2019’an û vir ve 7 mirov hatin kuştin. Kiryar jî hêzên dewletê ne. Em dosyayên lêpirsînê dişopînin, lê mixabin encam bi dest neketiye. Lêpirsîneke xurt nayê meşandin. Li vê herêmê polîtîkaya bêcezahiştinê li ser hikum e. Ya bi neşopandinê bi dawî dibe yan jî doz bê destpêkirin jî cezayekî mîna xelatkirinê tê dayin. Kujer jî bi hêsanî li derve digere û ‘wezîfeya xwe’ dewam dike.”

MÎNAKA DOZA NEZÎR TEKÇÎ

Serokê Şaxê Colemêrgê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Yûsûf Çobanoglû jî bi bîr xist ku yek ji mînakên polîtîkaya bêcezahiştinê doza Nezîr Tekçî ye.

Çobanoglû got, “Nezîr Tekçî 28’ê Nîsana 1995’an li Geverê hate destgîrkirin, ji hingî ve agahî jê nayê girtin. Bav Halît Tekçî gelek caran gilî kir, lê rayedar demeke dirêj bêdeng man. Bav Halît Tekçî israr kir, li ser vê yekê rayedaran bi gotina ‘di şer de hatiye kuştin’ belgeyeke sexte amade kirin. Kesê ku ev belge amade kir ji payebilindan Alî Osman Akin bû, ku Nezîr Tekçî destpêkê destgîr kir, piştre bi destê leşkeran gule lê reşand û dûre jî cenazeyê Tekçî bi mayinê teqand. Bi dehan şahidên vê bûyerê hebûn, lewma kesî ji vê belgeya sexte bawer nekir. Dozgeriyê li şahidan guhdarî kir, lê belê bi lêpirsîneke sivik biryar hate dayin ku doz ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê ve piştî du salan ji Wanê re hate şandin. Dozgeriya li Wanê jî doz ji Dozgeriya Leşkerî ya Wanê re şand. Dozgeriya leşkerî jî sala 1997’an li ser lêpirsînê biryara neşopandinê da û dosya girt.

PIŞTÎ BIRYARA DMME’YÊ

Malbata Tekçî sala 2005’an serî li DMME’yê da. Lêpirsîn ji nû ve hate destpêkirin, albayê teqawît Alî Osman Akin û yarbayê wê demê Kemal Alkan bi ‘kuştina mirovan bi hestên cinawirî’ hatin sûcdarkirin û gilîname ji bo darizandina wan hate amadekirin. Darizandina ku li Colemêrgê dest pê kir bi hinceta ewlekariyê birin Eskîşehîrê. Di dema darizandinê de du leşkerên ku li yekîneya Alî Osman Akin leşkerî dikir, qala bûyerê kir. Her wiha bi dehan kesên wê demê hatin destgîrkirin diyar kirin ku wan şahidî ji bûyerê re kirine. Li gel ewqas şahidan jî dadgehê biryara berdana sûcdaran da. Kujerên ku li gel ewqas delîlan jî bi necezakirinê hatin xelatkirin hîn jî bi rengekî azad jiyana xwe dewam dikin. Lewma bêcezahiştina kiryaran a wê demê bû sedem ku binpêkirinên nû dewam bike. Di nava sala dawî de li ser sînor gelek kes bi destê hêzên dewletê hatin kuştin.”

JI GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ JÎ WÊDETIR E

Çobanoglû got, “Colemêrg kirine mîna girtîgeheke vekirî, kirine mîna êşkencexaneyê. Dikarim vê bêjim; dawiya her tarîtiyê ronahî ye û ji bo gihandina vê ronahiyê em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.”