Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laura Castel di Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî de cih digire, li ser serdanên meha gulanê li Tirkiyê kirine axivî.

Laura da zanîn ku serdanên li Tirkiyê kirine, li Îzlandayê bi civînekê ragîhandine û got:

Me wek heyeta aştiyê ya Îmraliyê ya navneteweyî meha Gulanê li Tirkiyê serdan pêk anîn û daneyên me kom kirin li Reykjavîk a Îzlandayê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Zîrweya ji aliyê însiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî’ pêk hat, bi armanca pêvajoya aştiyê bû.

Laura Castel diyar kir ku navnîşana çareseriya mesela Kurd Îmralî ye û wiha domand:

Ji nûnerên mafên mirovan bigirin heta nûnerên siyasî her kes dibêje şerta ewil a aştiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Divê demildest tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bê berdan. Tecrîda li Îmraliyê li her derê Tirkiyê belav bûye. Birêz Ocalan mînakek girînge. Rayedarên Tirkiyê Birêz Ocalan wek çeka siyasî, Îmraliyê jî wek laboratuvara îşkencê bikar tînin. Divê ev rewş ji aliyê Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve bê şermezarkirin.

Laura destnîşan kir ku wan li ser mijarê bang li Konseya Ewropa û hemû saziyan kiriye piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û got:

Em carek din dibêjin; Ji bo muzakereyan pêşengiya Birêz Abdulah Ocalan gelek girînge, divê bê berdan. Me rapora mîsyonê nû qedand û emê bişînin gelek saziyên Konseya Ewropayê.