M. Alî Nametogûllari yê 20 salî ku li Wanê bi fîşeka leşkeran birîndar bû, rewşa wî hîn giran e. Nametogûllari di îfadeya xwe de diyar kir ku leşkeran destpêkê li wî dane, piştre jî gule lê reşandine.

Mehmet Alî Nametogûllari yê 20 salî ku li taxa Erçek a Wanê leşkeran gule berdan pişta wî, li nexweşxaneya ku lê tê dermankirin îfade da û ji malbata xwe re qala bûyerê kir.

Li herêma Erçekê ya li navbera navçeyên Rêya Armûşê û Qelqeliyê yên Wanê, leşkeran gule li M. Alî Nametogûllari barandin û ji ber ku bi giranî birîndar bû ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê. Rewşa tenduristiyê ya Nametogûllari hîn jî giran e. Leşkerên ji Qereqola Erçekê ku li nexweşxaneya îfadeya Nametogûllari girtin.

Bav Îsmet Nametoûllari li ser mijarê agahî da û diyar kir ku kurê wî di îfadeya xwe de ya ji bo leşkeran wiha qala bûyerê kiriye: “Xwişka min a li Wanê gelekî xweş e û ji min xwest ku wê bibim doktor. Hem ji ber ruxsata wesayita min tune bû hem jî ji ber qedexeya ji ber pandemiyê, ji bo ji aliyê leşkeran ve neyêm girtin ji rêya gundê Keçanîsê min xwest xwe bigihînim Wanê. Lê belê dema ku ji gund derbas dibûm min leşker dît, ku li dijî hin kesên cuda yên qaçaxçitî dikirin operasyon pêk dianîn. Lewma fikirîm ku eger birevim wê encameke hîn nebaş rû bide û min xwest bisekinim. Dema ku ji wesayitê peya bûm leşkeran qirin qareqar û ber bi min ve beziyan.

Leşkerekî sîle li min da û avêt erdê. Leşkerekî din jî ji 4-5 metreyan gule berda pişta min. Dema ku min fêhm kir ku gule berdan min min ji wan re got, ‘We çima li min reşandin, min çi bi we kir’. Wan jî ez birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê kirin.”

Bav Nametogûllari diyar kir ku kurê wî ji bo alîkariyê bide xwişka xwe çû Wanê, lê belê leşkeran destpêkê lê dan û piştre jî bi çekê birîndar kirin, lewma ew ê gilî bike. Li gorî agahiyan Nametogûllari ku rewşa wî ya tenduristiyê hîn jî giran e wê di nava du rojan de bê emeliyatkirin.